
Partiya BastA ya Swîsreyê xwest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
- 10:43 10 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya BastA! ya Swîsreyê jî piştgirî da kampanya Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ku ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin.
Sekretera Giştî ya partiya BastA! ku li ser xeta ekolojîst, femînîst û sosyalîst e Franziska Stier bi navê partiya xwe tevlî kampanyayê bû û daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi nameyekê ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re şand.
Di nameyê de ku 7'ê Hezîrana 2025'an hate şandin, hate ragihandin ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ya ku 27'ê Sibatê kir, li qada navneteweyî gelekî deng veda.
Franziska Stier anî ziman ku ev bang "Ji bo avakirina cîhaneke cihê jiyanê, firsendeke dîrokî ye" û got, "Heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinê nekin, em ê nikaribin fikrên wî bi xurtî fêhm bikin". Lewma xwest, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê astengî pêk bîne.
Franziska Stier got, "Ji bo paşeroja Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn divê derfetên çareseriya wekhev û demokratîk bêne afirandin."