Li dijî xebitandina zarokan divê di qanûnan de guherîn bên kirin

  • 09:02 10 Hezîran 2025
  • Zarok
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Berîvan Zerrîn diyar kir ku xebitandina zarokan veguheriye polîtîkayê û got li dijî vê divê di qanûnan de sererastkirin bê kirin, çareserî bi vê pêkane.
 
Xizaniya ku her diçe giran dibe, qelsiya perwerdehiyê, pêknehatina mekanîzmayên darazê û şaşiyên di sererastkirinên qanûnî de, bandor li hemû aliyên civakê dike. Di serî de jî zarok tên. Zarok hem di alî rih hem di alî fîzîkî de bi bandor dibin û neçar dimînin têkoşîna jiyanê bidin. Bi taybet jî zarokên ji ber xizaniyê dixebitin, ji hemû mafan bêpar tên hiştin.Pirsgirêkên zarokên tên xebitandin her diçin giran dibe û veguheriye polîtîkayê. Tirkiye alîgirê Peymana Mafê Zarokane lê li gorî xalên wê tevnagere. Bi sererastkirinên qanûnî temenê namzetên çiraxtiyê daketiye1-12’an.
 
Endama Mafê Zarokan a Baroya Amedê Berîvan Zerrîn der barê mijarê de axivî.
 
‘Di civakê de xebitandina zarokan tê normalkirin’
 
Berîvan Zerrîn da zanîn ku xebitandina zarokan di civakê de tê normalkirin û ev mijare polîtîke. Berîvan Zerrîn wiha dirêjî dayê: “Di mijara karkeriya zarokan de mijara sereke ya divê em bala xwe bidinê eve ku ev mijar civakê de tê normalkirin û polîtîk e. Em bi têgeha xizaniya tûnd re rû bi rû ne.Li gorî daneyên Rêxistina Hekvarî û Pêşketina Aborî, li Tirkiyeyê niha zarok di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Dane nîşanê me didin ku 6 mîlyon zarok bi xizaniya mezin re rû bi rû ne. Ev jî tê wateya ku ji her 5 zarokî yek baş xwedî nabe, ji her 4 zarokî yek jî birçî diçin dibistanê. Ji bo ev windahiya dahatuya malbatê bê girtin têgeha karkeriya zarokan derketiye holê. Ev rewş civakê de tê normalkirin. Cihê zarokan ne qadên çandiniyê, atolye û fabrîqe ne. Ji ber vê jî zark ji perwerdehiyê  bêpar dimînin. Zarokên li ser erdan dixebitin rojê 12 saet li ser erdan e an jî li xwişk û birayên xwe yên biçûk dinêrin. Ji ber di hawirek baş de najîn, pirsgirêkên wekê starbûnê, îstîsmarê, tuwaletê diJîn. Em dikarin zarokên di trafîkê de parsekiyê dikin jî mînak nîşan bidin. Zarok bi qezayên trafîkê re tên rû hev. Ev rewşek pir bi pirsgirêke.”
 
Zarokên tên xebitandin nakin bin qeydan
 
Berîvan Zerrîn di berdewamiya axaftina xwe destnîşan kir ku ji bo zarokên tên xebitandin kar û barên fermî nayên kirin û civak jî vê pirsgirêkê ji nedîtîve tê. Berîvan Zerrîn wiha dirêjî dayê: “Sala 2018’an sala karkeriya zarokan hat îlankirin. Peymanên navneteweyî û rêbaz û çarçoveyên diyar esas hatin girtin û di vî alî de salek girîng û gavek girîng bû. Lê pirsgirêk eve ku ev tenê bi wê salê sînor ma. Dema em vê pirsgisrêkê di alî hiqûqî de binirxînin di malbatê de windahî çêdibin. Zarokên tên xebitandin, ji ber ji malbatan piştgiriyê nabînin, hîmê hiqûqî jî kêm û vala dimîne.”
 
Berîvan Zerrîn diyar kir ku gelek zarok bêyî qeyd ên xebitandin û ev tişt bi lêv kir: “Gelek caran gilî nayên kirin. Dema zarok li cihên dixebitin qezayekê bijîn jî jib er hewcedarên wir dimînin gilî nakin.Gilî bikin jî binê wê nayê tijekirin.Ji ber sererastkirin pir bi sînorin.Polîtîka bêcezahiştinê di vir de rolek mezin dilîze. Ev pirsgirêk niha di asta herî jor de ye.”
 
‘Pirsgirêka esas xizaniye’
 
Berîvan Zerrîn daxuyakirin ku ji bo xebata di temenê biçûk de bidawî be divê ewil mafên jiyanê bên sererastkirin û wek çareserî jî ev tişt anî ziman: “Divê zarok ji xizmetên civakî fêdeyê bigirin, bi hêsanî bigihêjin mafê perwerdehiyê. Perwerdeyên pîşeyî yên çarçoveya Navenda Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) de divê li gorî peymanên navneteweyî û pêşketina beden-rih a zarokan bên diyarkirin.Divê hemû xebat bên kontrolkirin û mekanîzmayên kontrolê bê kêmasî bixebitin. Em di trafîkê de zarokên parsekiyê dikin dibînin, lê em paşê xwe didin û diçin. Ev pirsgirêkek civakiye. Divê ewil stîla fik biguhere. Ji bo vê divê normalkirin tunebe, ev nebe polîtîkayeke.Divê hawirên zarok lê dijîn bên başkirin. Divê têgeha em dibêjin xizanî bê çareserkirin. Divê em bi hişmendiya ku zarokên me pêşeroja me ne tevbigerin.”