
ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2025’AN
- 09:00 10 Hezîran 2025
- Rojev
* Endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Berîvan Zerrîn diyar kir ku xebitandina zarokan veguheriye polîtîkayê û got li dijî vê divê di qanûnan de sererastkirin bê kirin, çareserî bi vê pêkane.DÎMEN HEYE
* Fatma Akaltun ya li Nexweşxaneya Dev û Diran a Okmeydani ya Stenbolê wek teknîsyena anesteziyê dixebitî, dermanên ku dîroka wan derbas bibû ji rêveberiyê re ragîhand. Piştî vê Fatma Akaltun ji nexweşxanê hat surgunkirin. Fatma Akaltun da zanîn ku ji ber rastî derxistiye holê hatiye cezakirin. DÎMEN HEYE
* DÎKASUM piştî 8 salan şûnde ji nûve hat vekirin. Kordînatora DÎKASUM’ê Evîn Ezenalp got bi vekirinê re 105 inî serlêdan kirine û got: “Em ji bo dengê jinan zêdetir derkeve, dixwazin bên vir û hişmendiyek bê afirandin. Destê jinan dîsa wê jin bigirin.” DÎMEN HEYE
* Ekolojîst û parlamentera berê ya HDP’ê Beyza Ustun da zanîn ku bi bendavên ewlehiyê xweza bi awayekî sîstematîk tê texrîbkirin û bîra gel û qadên jiyanê bi zanebûn hedef tên girtin. Beyza Ustun daxuyakirin ku li Mezoptamyayê mîrateya çandî û ekolojîk ji sermayê re vekirin û got gel bîra xwe diparêze û têkoşînê dimeşîne. DÎMEN HEYE
* Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu banga Abdullah Ocalan bibîr xist û got gelê Rihayê ketiye pêvajoya hişmendî û xwe rêxistinkirinê. Ev bajar pir bi nirxe, xwedî hêza ku dikare xwe nû bike ye.” DÎMEN HEYE
* Projeya ‘Bajarên Dostên Jinan 3’ ya ku ji aliyê NY’ê ve hatibûn destpêkirin, şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî tevil bû. Berpirsa Projeya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Dîdem Aydemîr balkişand ser projeyê û got jin wê hem xwe ewle hîs bikin hem jî wekhev bin. DÎMEN HEYE