Sê girtiyên nû sewqê Îmraliyê hatin kirin

  • 14:46 8 Hezîran 2025
  • Rojane
 
BURSA-Piştî salan şûnde bi girtiyên nû yên sewqê Îmraliyê hatin kirin re, ji bilî Abdullah Ocalan 6 girtiyên din li Îmraliyê tên girtin.  
 
Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, nêzî du meh berê girtiyên bi navê Ergîn Atabey, Mahmut Yamalak û Zekî Bayhan sewqê Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin.
 
Bi sewqên dawî re ligel Abdullah Ocalan hejmara girtiyên li Îmraliyê derketin 7’an.