
Gumanbarê destdirêjiyê çawîşê pispor hat berdan
- 18:22 5 Hezîran 2025
- Rojane
ŞIRNEX- Li Şirnexê çawîşê pispor Ugur Demîrtaş yê destdirêjî li du zarokan kiribû bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Li taxa Yenî ya Şirnexê çawîşê pispor Ugur Demîrtaş destdirêjî li du zarokan kiribûn. Zarokan agahî dan malbatên xwe û li ser bûyerê di encama bertekên welatiyan de gumanbar hat binçavkirin. Gumanbarê ku sewqê dozgeriyê hat kirin, piştî îfadeyê bi daxwaza sûcê ‘destdirêjiya li hember zarok’ sewqê dadgeriya ceza sulh hat kirin.
Gumanbarê piştî îfadeyê bi şerta kontrola edlî hat berdan.