Dayikên Şemiyê: Bila lêpirsînek bi bandor û adîl bê destpêkirin
- 13:42 3 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1049'an a çalakiya xwe de xwestin ku ji bo kujerên Mehmet Soner Gul û Husamettîn Yaman ên 33 sal berê hatin binçavkirin û ji wê rojê heta niha tu agahî ji wan nayê girtin bên eşkerekirin, lêpirsîneke bi bandor û adîl bê meşandin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya hefteya 1049'an li dar xistin. Mirovên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin û qurnefîlan li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên 33 sal berê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. Di çalakiyê de Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ve hat xwendin.
33 sal berê hatin windakirin
Eren Keskîn diyar kir ku çalakiya vê hefteyê ji bo bîranîna xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên 33 sal berê li Stenbolê hatin binçavkirin û windakirin tê lidarxistin. Da zanîn ku Husamettîn Yaman xwendekarê beşa Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Stenbolê bû û beriya niha bi îdiaya "Pankart hilgirtine" hatibû girtin û piştî 15 rojan di girtîgehê de ma hatibû berdan. Eren Keskîn got, Mehmet Soner Gul ê 21 salî jî xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê bû û di heman demê de endamê Komeleya Xwendekaran bû. Ji ber vê sedemê hat binçavkirin, rastî îşkenceya giran û gefa kuştinê hat. Li gorî îdaya Wezîrê Karên Hundir di 10 Adara 1991'ê de li meletyê kesekî di lêpirsîna xwe de navê wî dabû dihat lêgerîn.
'Saziyan îdaya binçavkirin red kirin'
Eren Keskîn diyar kir ku di 2'ê Gulana 1992'an de bi Husamettîn Yaman û Soner Gul re li Fîndikzadeyê hatiye binçavkirin, lê rayedaran ev agahî red kiriye. Eren Keskîn got, "Malbatên Yaman û Gul destpêkê serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, piştre serî li hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî hewl dan. Lê rayedaran îdiayên binçavkirinê red kirin. Malbata Yaman xebatên xwe dewam kirin û 2 sal in di bin çavdêriya polîsan de man."
'Em dest jê bernadin'
Eren Keskin wiha dewam kir: “Di 19’ê Kanûna 2011’an de îtirafên polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin ên der barê înfaz û windayan de hatin aşkerakirin. Piştî van îtirafan, Malbata Yaman dîsa serlêdana sûc kir û xwest dosya ji nû ve bê vekirin. Ji bo Husametîn Yaman û Soner Gul û hemû windayên xwe em dest ji têkoşînê bernadin."
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.