Xizmên Windayan daxwaza darizandina kiryaran kirin
- 13:42 3 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” Xizmên Windayan daketan qadan û banga pêkanîna edaletê kirin û gotin "Divê Dewlet lêborînê bixwaze, kiryaran derxe pêşberî darazê."
Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” daketin qadan û banga pêkanîna edaletê kirin.
Amed
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 847'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Beşdaran wêneyên windayan hildan û her wiha wêneyên windayan li erdê hatin raxistin. Di hefteya 847emîn de li aqûbeta winda Omer Sogut hat pirsîn.
Beriya daxuyanî bê xwendin, Sekreterê ÎHD'a Amedê Omer Saman axivî û bal kişand ser nedîtina windayan. Omer Saman her wiha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Omer Saman her wiha ji ajansa me re axivî û diyar kir ku îro serpêhatiya windakirina Omer Sogut ê li Licê di dema operasyoneke leşkerî de tê windakirin bi raya giştî re parve kirin e û ji roja tê windakirin heta îro aqûbeta wî ne diyar e. Omer Saman anî ziman ku di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de divê aqûbeta windayan were zelalkirin, dewlet lêborînê bixwaze û kiryar bên darizandin. Omer Saman got ku heke kiryar bên darizandin qet nebe belkî hinek dilê malbatan rehet bibe. Omer Saman bal kişand ser Hefteya Windayan a di navbera 17-31ê Gulanê de ku tê lidarxistin û got ku amadekariyên wan di vî warî de hene.
Aktîvîstê mafê mirovan Firat Mercan jî metna serpêhatiya windakirina Omer Sogut xwend.
Serpêhatiya windakirina Omer Sogut wiha ye:
“Omer Sogût 47 salî û bavê 8 zarokan bû. Bi malbata xwe re li gundê Dêrxustê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dijiya. Ji ber ku gundê wî hat şewitandin, neçar ma bû koçî navênda Amedê bike. Ji bo debara xwe bike diçe gund û karê cotkariyê dike. Kengê diça gund bi tundiya leşkeran re rû bi rû dimîne. Dema ku di roja 20ê Gulana 1995an de çû ser karê xwe, dema saet dibe êvar venagere malê. Hevjîna wî Meyase Sogut dotira rojê çû gund û li nav zeviyan li hevjînê xwe geriya. Kerê ku Omer Sogut bi xwe re biribû li nav zeviyê dît lê Omer Sogut nehat dîtin. Heta cihekî rêçên lingê hevjînê xwe dibîne, lê paşê rastî rêçên tekerê wesayîtekê tê. Hevjîna wî ji derdorê dipirse û her kes jê re dibêje leşkerên ku hatine operasyonê Omer Sogut li gel xwe birine.
Meyase Sogut ji bo dîtina hevjînê xwe dest bi lêgerînê dike. Her çiqas serî li leşkeriyê û dozgeriyê dide jî lê tu bersiv wernegira. Windakirina hevjînê wê ne bes bû leşkeran gef lê xwarin û lêdan. Ji wê rojê ve aqûbeta Omer Sogut nayê zanîn.”
Colemêrg
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 173'yan de li ser Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Sertîp Şen ê ku di 2'ê Gulana 2019'an de li gundê Hirmîn ê Geverê pezê xwe diçêrand û di encama gulebarana ji qada leşkerî de hat qetilkirin, hatin cem hev. Serpêhatiya Sertîp Şen hat vegotin û banga darizandina kiryaran hat kirin.
Êlih
Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 683'yemîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, gelek kes amade bûn. Vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ê ku di Gulana 1994'an de li navçeya Licê ya Amedê di kontrola rê de ji aliyê leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ve hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Çîroka Tekîn ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Huseyîn Elçî ve hat xwendin.
“Minîbusa ku ji Amedê diçû Lîcê û Tekîn tê de bû, ji aliyê leşkerên ku li nêzî gundê Sarnigê kontrola rê dikirin, hat rawestandin. Leşkeran ji ajokar û rêwiyan re gotin ‘Hûn biçin Ahmet mêvanê me ye’ û Tekîn binçav kirin. Malbata ku piştî wê rojê agahî ji Tekîn negirt, serî li Serdozgeriya Licê da. Dosyeya der barê wê de biryara nepeywirê hat dayîn, ji Fermandariya Kolorduya 7’emîn re hat şandin. ”
Birayê Tekîn Bedrî Tekîn JÎ di serlêdana xwe ya ji bo ÎHD'ê de serpêhatiyên xwe yên wê demê wiha vegot: "Piştî birayê min hat binçavkirin, kesên ew li Fermandariya Cendirmeyan a Licê dîtine derketin holê. Dayika min jî ji bo li rewşa Ahmet bipirse, li fermandariyê dîtiye ku êavê Ahmet girêdayî bûne û leşker wî birine lêpirsîn. Di wê kêliyê de dêya min diqîre û digirî. Gava dêya min diqîre, fermandarê ku em dizanin navê wî Şahabettîn e li dêya min dixe. Ji ber lêdanê çavên dêya min werimîbûn. Lê hemû hewldanên me bê encam man."
Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.