
‘Tundiya li ser jinan ne şexsî ye îdeolojîk e’
- 09:04 3 Gulan 2025
- Rojane
ENQERE - Dildara Platforma EŞÎK’ê Ozgul Kaptan polîtîkayên ku bedena jinê hedef digirin yên desthilatdariyê rexne kir û got tundiya li ser jinan bi gotinên ku jinan hedef digirin nayê sînorkirin û got tundiya li ser jinan ne şexsî ye, îdeolojîk e.
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û deshtilatdariya ku îsal sala malbatê îlan kir, biryarên ku mudaxaleyê jiyana jinan dike û jinan hedef digire dide.
Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kaptan der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku desthilatdarî çareseriyê pêk nayne û tundiyê giran dike.
Ji qedexeya kurtajê heta sezeryanê hatin
Ozgul Kaptan da zanîn ku ew tiştên ku tê xwestin bên kirin dibînin û got: “Ji qedexeya kurtajê destpêkirin heta sezeryanê hatin. Ji gotina jina zarok nayne dinê ne makule, heta têgeha malbatê ya ji devê wezareta tenduristiyê derketiye hatine. Têgeha wanya makul ‘jin û mêr’ sê zarok e. Gelo malbatên zarokên xwe winda kiribin wê çi bibin. Jin û mêrên zarokan naxwazin wê çi bibin.”
‘Zîhniyeteke ku mêr xwedî li jinan derdikeve heye’
Ozgul Kaptan daxuyakirin ku piranî qetilkirinên jinan ji ber redkirina zewac û daxwaza destberdanê tên qetilkirin û got ev raste rast girêdayê zîhniyeta serdetst e. Ozgul Kaptan wiha got: “Mêr mafê qetilkirinê bixw re dibîne. Mêr dibêjin ‘tu çawa min red dikî’. Her tim nebe jî cezayên giran yên hatine dayîn hene. Lê tevî vê gumanbar pir rehetin. Tevî di qanûnan de 6 mehe, jin 15 rojan carê biryar adurxistinê nû dikin. Zîhniyeteke ku mêr xwediyên jinan e heye.”
‘Sedem pêknehatina qanûnan e’
Ozgul Kaptan destnîşan kir mijara esas ya pêşînegirtina li tundiyê pêknehatina qanûnane û got: “Wezareta tenduristiyê devê xwe veneke wê baş be. Mêrê skandalan di mijara malbatê de şîroveyê dike. Di qanûna medenî de ji 2001’ê heta niha pênasekirina hevjînan heye. Ji ber pênaseya jin-mêr pênaseyek newekhev e. Lê agahiya memurê ku bi fikrên eletewş dertê pêş me ji vê tuneye. Qanûna cezaya me gelek xweş e. Lê mijar pêknehatina qanûnan e. Sedema zêdebûna tundî û qetilkirinan pêknehatina cezayên girane.”
‘Peymana Stenbolê nexşerêyeke’
Ozgul Kaptan bal kişand ser Peymana Stenbolê û daxuyaikrin ku ji polîtîkayên civakî bigire heta fikra wekheviyê, nexşerêyekê pêşkêş dike û got: “Xala 190’emîn ya Destura Bingehîn hîna di meriyetê de ye. Yên dixwazin dikarin Peymana Stenbolê pêk bînin. Bi îmzeya yek kesî peyman dikare bê feshkirin. Pêvajoya hiqûqî didome. Ji bo jinan butçeyek tueye. Hewcedariya jinan bi kar heye, bi butçeyekê heye ku zarokên xwe mezin bikin. Bi xaniyekî heye.Tundî her diçe zêde dibe, jin dema carekê serî bitewînin wê tundî zêdetir bibe.”
'Heta gotinên ku jinan hedef bigirin hebin wê tundî jî bidome'
Ozgul Kaptan di berdewamiyê de wiha vegot: “Niha jî dibêjin malbat. Di bin navê pîrozkirina malbatê de jin tên qetilkirin. Dibêjin malbat pîroze. Kes nabêje malbat ne girînge. Di vê mijarê de pirsgirêk tuneye. Mijar malbatek wekheve. Heta ku gotinên jinan hedef digirin hebin wê tundiya li ser jinan jî bidome. Dema ku qanûn pêk neyên hewce bi avakirina komîsyoneneke li meclîsê jî nabîne. Ger qanûn pêk neyên avakirina komîsyonan jî wek şov dimînin. Divê em ji nêzîkatiyeke ku zîhniyeta serdest xwedî dike xwe dur bigirin. Em mijar ne şexsîne, îdeolojîkin.”