
Serhildana keda nayê dîtin (7)
- 09:04 1 Gulan 2025
- Dosya
Derya Ceylan
Li Okyanusyayê dîroka têkoşîna jin û karkeran
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Avustralyayê têkoşîna bi daxwaza rojê 8 saet xebatê dest pê kir, bi têkoşîna keda jinê bû yek. Zincîrên Zelda D’Aprano ji paşerojê heta pêşerojê bûn sembola berxwedanê.
1’ê Gulanê li parzemîna Okyanusyayê ne tenê daxwazên aborî yên çîna karkeran; di heman demê de li dijî binpêkirin, nîjaderpestî û newekheviya zayendî jî berxwedan kirin yek. Li seranserê parzemînê tevgera karkeran a ji bo rojane 8 saet kar hat destpêkirin, di nava demê de tevgerên daxwaza mafên axê ya gelên herêmî û lêgerîna wekheviya kedkarên jin xist nava hev.
Îro 1’ê Gulanê li seranserê cîhanê ne tenê wek roja mafê kedê;ji bo welatîbûna wekhev, lêgerîna edaletê ya civakî û jiyana azad tê pêşwazîkirin. Ev hevdîtina dîrokî xeta piştevaniya civakî ya nû jî dihûne.
Parzemîna Oynusyayê ne tenê bi grev û okyanusên şîn; di heman demê de erdnîgariyeke bi têkoşîn û berxwedanên kedê bi teşe bûye ye.
Di dîroka karkeran a cîhanê de grava ewil
Ji sedsala 19’an şûnde bi taybet li Avustralya û Yenî Zelandayê, şert û mercên xebatê yên giran ji ber sanayîbûnê rû dan. Li Avustralyayê di 1856’an de li Melbourneyê karkerên kevir û înşatê bi daxwaza rojane 8 saet xebat grev dan destpêirin û ne tenê dîroka welat de di dîroka cîhanê de jî greva ewil tê dîtin.
Têkoşîn mezin kirin
Li Yenî Zellandayê komên karkeran a Maorî li dijî binpêkirin û zextan têkoşîna maf bilind kirin. Jinan seraneserê dîrokê ne tenê li malê li ser erd, nexweşxane, dibistan û atolyeyên tekstîlê barê pergala ku keda wan nedît hilgirtin.
Jinên Aborjîn li Avustralyayê; jinên Maorî jî li Aotearoa li dijî binpêkirin, nîjadperestî û newekheviya zayendî berxwedan. Aktorên bêdeng lê damezerînerên têkoşîna kedê bûn.
Li dijî nedîtinê dengekî kolektîf
Jinên bi salan li dijî şert û mercên giran, heqdestê kêm, mafê sendîkayê têkoşiyan, li dijî nedîtinê jî dengekî kolektîf afirandin. Di sedsala 20’an deli Avustralyayê ev bi wêrekiya jinekê hat dîtin: Zelda D’Aprano mohra xwe li dîrokê da û dîwarên serdestiya mêr hilweşand.
Avustralya: Berxwedana bi zincîran dest pê kir
Li Avustralyayê ji navîna sedsala 20’an şûnde jinên kedkar têkoşînek mezin meşandin. Yekemîn çalakiya wan ya 1’ê Gulanê li Avustralyayê 1890’î de pêk hat. Li Melbourne, Sydney û Brîsbane meşên girseyî pêk hatin. Lê bi salan di van çalakiyan de dengê jinan nehat bihistin.
Li dijî vê bêdadiya mezin yek ji kesa herî xurt ya dengê xwe bilind kir Zelda D’Aprano ya li Melbourne hatibû dinê ye.
Li dijî bê edaletiya li hember jinan serî hilda
Zelda D’Aprano di 1928’an de wek zarokek malbata Yahudî ya penaber hat dinê. 14 salî dest ji dibistanê berda û di karên cuda de xebitî. Di temenê zarok de zewicî û zarokek wê çêbû. Zelda D’Aprano edaletiya li hember keda jinê dît û 1950’an de tevli Partiya Komunîst bû. Li dijî serdestiya mêr a di sendîkayan de, serî hilda û di 1971’ê de îstîfa kir.
‘Jin ji bo mûçeyê wekhev amade ne xwe zincîr bikin’
Di 1969’an de li Avustralyayê doza der barê heqdestê wekhev neyînî encam bû û Zelda D’Aprano li dijî vê xwe bi deriyên hesinî yên Avahiya Commonwealth ya li Melourneyê ve zincîr kir. Di pankarta vekiribû de wiha dinivîsî ‘jin ji bo mûçeyê wekhev amade ne xwe zincîr bikin’. Zelda D’Aprano bi çalakiya xwe deng da û ji bo keda jinê bê dîtin di her platformê de têkoşînek mezin da.
Dîrokek ku îlham dida hişt
Zelda D’Aprano di 2001’ê de xistin Lîsteya Rumetê ya Vîctorîa. Di 2004’an de bi Nîşana Avustralyayê hat xelatkirin. Di 2018’an de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe dîrokek ku îlham dida nifşan hişt.
Ji zincîran piştevanî
Li Avustralyayê 1’ê Gulanê ne wek rojeke ku daxwazên ked û heqdest tên kirinê ye, navê pira piştevaniyê ya di navbera paşeroj û pêşerojê ya jinan de ye.. Zincîrên Zelda D’Aprano ji paşerojê heta pêşerojê bûn sembola berxwedanê. Her 1’ê Gulanê bi xelekên zincîra ew têkoşînê mezin dibe.