
Bi 4 yekîneyên cuda xizmetê didin jinan
- 09:03 30 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredara Rêzana Amedê Leyla Ayaz da zanîn ku piştî texrîbata 8 salan a li Rezanê, di pêvajoya xebata salekê de encamên erênî girtine û dê xebatên me yên ji bo jin û ciwanan jî bidomin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê 16 navçeyan şaredarî bi dest xist. Yek ji van şaredariyan jî ya Rezan bû. Şaredariya Rezan di 24’ê Nîsanê de rapora faliyetê ya salekê aşkera kir.
Hevşaredar Leyla Ayaz der barê xebatan û encamên wê de nirxandin kir.
‘Em di 4 yekîneyên cuda de xizmetê didin jinan’
Leyla Ayaz da zanîn ku roja mazbata girtine hemû yekîneyên jinan hatibûne valakirin û wiha got: “Em di çar yekîneyan de xizmetê didin jinan. Navenda Solîn û Narîn, navenda şêwirmendiyê ya Kardelenê û navenda piştevaniyê ya Rojîn Kabaîş. Em bi van çar yekîneyan xizmetê didin jinan. Em xwe digihînin jinan. Em li taxa hevdîtinan dikin, serdanên malbatan dikin. Bendewarî û daxwazên jinan çine, em li ser vê anketan dikin. Jinan der barê aboriyê de piştgirî xwestin. Me atolye dan destpêkirin. Ji bo jinan atolyeyên xwendin û nivîsandinê hatin vekirin. Li Navenda Jinan a Kardelenê atolyeyên aşpêjiyê hene.
Ji b ciwan û jinan qursên erbane, gîtar, sazê hene. Em atolyeyên perwerde û semîneran pêk tînin. Li dijî tundiyê me semîner pêk anîn. Em xizmeta şêwirmendiya psîkolojîk didin jinan.”

Li dijî bikaranîna hişbirê têkoşîn
Leyla Ayaz di berdewamiyê de got navçeya Rezan yek ji cihên ku herî zêde polîtîkayên şerê taybet lê tê meşandinê ye û der barê xebatên dimeşînin de jî wih agot: “Me çawa mazbata girtin, mehek şûnde me li Rezan der barê bikaranîna hişbirê de anket da destpêkirin. Mixabin ji sedî 50’yê ciwanên Rezan hişbirê bikar tînin. Der barê vê de polîtîkayên me hene. Me ji bo ciwan û jinan atolye pêk anîn. Em li dijî madeya hişbirê, têkoşînê dimeşînin. Li dijî vê me broşur belav kirin. Li Amedê bikaranîna hişbirê heye lê li Rezan ev du kat e. Sedema vê jî ev eku Rezan xwedî nasnameyek polîtîke. Ji bo ciwanan faliyetên me yên çandî û sporê hene.”
‘Em vegerên baş digirin’
Leyla Ayaz di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di alî çandî de qelsiyên gel hene û wiha dawî lê anî: “Sala borî dema turnuvaya tenîsê hat vekirin hefteyekê de 250 jinên ciwan serî li turnuyaya tenîsê dan. Hemû jî ciwanên Rezan bûn. Ev jî nîşan dide ku alternatîfeke çandî, civakî û sporê ya ciwanan tuneye. Ji ber alternatîf tune ciwan serî li bikaranîna hişbirê didin. Ev pirsgirêkek mezine. Qada jinan tenê xizmetê dike lê qada ciwan û sporê xwe digihîne jinên ciwan. Ev vegerên erênî digirin. Îdiayeke me ya ku em giştî hişbirê rabikin tuneye lê xebatên me nav ciwanan de hişmendiyek afirand. Di civînên em pêk tînin de em vê baş dibînin.”