
Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî
- 14:00 29 Nîsan 2025
- Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ji bo zarokan bernameyeke perwerdeyê ya xwendina afirîner, wênexêzî, stran û fêrkirina amûrên muzîkê vekir.
Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Eyn Îsayê bi armanca pêşxistina behreyan, berhameyek ji bo zarokên 6-12 salî da destpêkirin.
Di çarçoveya bernameyê de zarok fêrî xwendina afirîner, stran, muzîk û wênexêziyê dibin. Ji bo pêşketina asta zihnî jî wane ji aliyê endamên komîteyê û kesên pispor ve tên dayîn. Çav li rê ye ku perwerde 3 mehan dewam bike.