Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir

  • 13:08 29 Nîsan 2025
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna biryarê ya doza revandina zaroka Êzidî ji hêla DAIŞ’ê ve, dest pê kir. 
 
Zarokek a Êzidî di sala 2017’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate revandin û li ser înternetê (dark web) dabûn ber firotinê. Di Sibata 2021’ê de jî bi ser hucreya rêxistinê de hatibû girtin û zaroka Êzidî hatibû rizgarkirin. 9’emîn danişîna doza revandina zaroka Êzidî li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Di dozê de tenê bersûcek tê darizandin. 
 
Destûr hate dayin ku tenê parêzerên wekaleta wan heye têkevin eywana danişînê. Gelek parêzerên ji bo şopandina dozê hatibûn, negirtin hundir. 
 
Li bendê ye ku di danişînê de biryar were dayin.