Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket

  • 09:44 28 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
AMED -Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 280yan de bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ li ber destê xwînerên xwe ye.
 
Rojnameya Xwebûnê ku li ser dijîtal rojane û çapî jî heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 280yan de têkoşîna kedkar û karkeran a 1ê Gulanê kir manşet. Rojname di manşeta xwe de bal kişandiye ser girîngiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê ku ji bo çîna kedkar û karkeran çi îfade dike.  Hevserokê Şaxa Yekemîn a Sendîkaya DÎSK/Genel Îşê ya Amedê Kamuran Taş der barê 1ê Gulanê de dibêje teqez gerek karker û kedkar li hemberî vê kedxwariyê rêxistiniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin ku maf bi dest dikevin û dawî li pergalên xwe li ser kedê ava dikin bînin.
 
Di vê hejmara rojnameyê de Mîdya Miqted, Nalîn Aslan, M. Alî Ertaş, Veysel Avci, Yilmaz Yilmaz, Rohat Bulut, Îsmet Konak, Mamoste Silêman, Felemez Ulug, Zinar Ronî, H.Halît Alaçatî û Medenî Ferho jî ji têkoşîna jinan heta siyaset, çand, wêje, ked û hwd.  nivîsandine.