Yên gihiştin sira agir (5)

  • 09:05 16 Adar 2025
  • Dosya
 
Banga ji bo xwişk û biratiya gelan
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Elefterîa Fortulakî ku navê wê tê wateya ‘azadiyê’ bi agirê Newrozê re di têkoşîna gelan de veguherî qêrînek global û bû sembola rihekî ku xwe ji bo wekheviya gelan feda kiriye.
 
Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejne, di heman demê de îlana vejîn û hebûnê ye. Gelê Kurd tevî zext û înkara bi sedsalane didome, bêyî ji xwe tiştekî winda  bike Newroz heta îro anî.  Tenê gelê Kurd, ji Rojhilata Navîn heta Kafkasan li erdnîgariyek berfireh bi wateyên cuda tê venasîn û wek cejn tê pîrozkirin. Newroz ji bo gelê Kurd ev 50 sal zêdetire navekrokek ku têkoşîna azadiyê hîn bêtir mezin kiriye qezenc kiriye.
Newroz ji bo gelê Kurd gelek girînge û jinên Kurd li gorî her demê xeta têkoşînê diyar kirine. wek Bînevş, Zekiye, Rahşan, Sema, Bêrîvan, Ronahî û Elefteriya…
 
Karwanê jinên bûn Neweroz
 
Her yekê bi agirê newrozê ji bo azadîiya gel û hemû gelan bedena xwe dan ser têkoşînê. Wan tenê çalakiyeke şexsî pêk neanî; wek jinên ku xeta dîrokê jî guhertine tÊn zanîn. Yek ji wan jî Elefterîa Fortulakî bû.
 
‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e’
 
Elefterîa Fortulakî ya ji Yewnanistanê bû navê xwe yê bi zimanê wê yê dayîkê tê wateya ‘azadiyê’ bi rihê Newrozê kir yek.  Jina enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Çalakiya Elefteriyayê di heman demê de îfadeya ku têkoşîna azadiya Kurd bûye gerdunî jî ye. Elefteriya Fortulakî di nameya li pey xwe hişt de got: “Ezadiya Rêber Apo û gelê kurd azadiya hemû cîhanê ye.” Bi van gotinên xwe balkişand ser rizgariya hemû gelan. 
 
Wesyeta wê:Wekheviya gelan
 
Elefteriya beriya ku çalakiya xwe pêk bîne nameyek nivîsî û di nameye de armanca xwe çima çalakî pêk aniye bi van gotinan îfade kiribû: “Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstaanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye."
 
Elefteriya Fortulakî di nameya xwe de diyar dikir ku çalakiya xwe ne roja Newrozê çend roj piştî Newrozê pêk aniye û ev hinek dereng bûye. Elefteriya bi çalakiya xwe ya ku dereng dinirxîne, mohra xwe li dîrokê dide. Elefteriya ku 3 rojan piştî Newrozê çalakiyê pêk tîne di 27’ê Adarê de jiyan a xwe ji dest dide û li pey xwe xeteke azadiyê ya jinan a û gelan a enternasyonal dihêle.