
Bi girseyî çûn şîna Sakîne Arat
- 16:11 15 Adar 2025
- Rojane
AMED - TJA, DBP û DEM Partî, serdana şîna Sakîne Arat kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Rêxistina DBP'ê yên Amedê, MEBYA-DER, TUAY-DER, çûn şîna Dayika Aştiyê Sakîne Arat.
Şîn li Mala Sersaxiyê ya Odabaşi ya navçeya Rezanê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat danîn.
Siyasetmedarên ku hatin vir ji bo Sakîne Arat dua kirin.