Serdana esnafan a li Qaxizmanê

  • 16:20 23 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
QERS – Hevşaredarên Qaxizmanê Mehmet Alkan û Guner Hatay ên esnaf ziyaret kirin gotin, "Bi vê bêhiqûqiyê dixwazin vîna gel tasfiye bikin."
 
Hevşaredarên Şaredariya Qaxizmanê Mehmet Alkan û Guner Hatay esnaf ziyaret kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û Heval Bozdag û endamên partiyê jî beşdarî serdana esnafan bûn. Şandeya DEM Partiyê bi welatiyan re hatin cem hev û derqanûnîbûna cezayê ku li Hevşaredar Mehmet Alkan hatiye birîn vegot.
 
Welatiyên ku eleqeyeke mezin nîşanî Mehmet Alkan dan diyar kirin ku ew ji hevşaredaran memnûn in û ew bi wan re ne.
 
'Gel dê piştgiriyê bide şaredariyê'
 
Hevşaredarê Qaxizmanê Guner Hatay jî anî ziman ku di 31'ê Adarê de bi vîna gel hatiye hilbijartin. Guner Hatay, anî ziman ku 10 meh in deriyê şaredariyê ji her kesî re vekirî ye û got, “Îro desteserkirin û amadekariyên desteserkirina vîna gel tê kirin. Di heman demê de hemû rêyên navçeyê hatin girtin. Ev şaredarî ya we ye. Gel dê şaredariya xwe bi xwe biparêze.
 
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî got, "Dema ku biryara qeyûm hat dayîn, tenê armanc rêveberiya herêmî nîne, di heman demê de armanca wan têkbirina têgihiştina ku DEM Partî dixwaze li vir çêbike ye."
 
Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag di serdana esnafan de axivî û bang li gel kir ku şaredariyên xwe û vîna xwe biparêzin.