Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin

  • 10:23 12 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
ENQERE - Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû jî di nav de 8 kes li Enqereyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan îro li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes binçav kirin. 
 
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de hinceta binçavkirinan weke çalakiyên li Enqereyê hatin kirin û îdiaya “propagandaya rêxistinê” nîşan da. Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû û Serokê Giştî yê BTS’ê yê berê Nazim Karakurt jî di nav binçavkiriyan de ne.