
Mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz hê jî nehatiye zelalkirin!
- 09:06 12 Sibat 2025
- Rojane
ÊLIH – Mirina Rojwelat Kizmaz a ku salek berê bi guman jiyana xwe ji dest da hê jî nehatiye zelalkirin. Malbat lêgerîna edaletê didomîne.
Rojwelat Kizmaz a 26 salî ya ku di 9'ê Sibata 2024'an de li Êlihê ji mala xwe derketibû winda bû, tevî serlêdanên hatin kirin jî 3 roj in lêgerîn lê nehat kirin. Di 12ê Sibatê de li Bendava Hesenkêfê mirî hat dîtin.
Biryara 'hewceyî lêkolînê nake'
Tevî serlêdanên li rayedaran jî xebatên lêgerînê nehatin kirin. Li gorî rapora otopsiyê, hate diyarkirin ku Rojwelat Kizmaz 2 roj piştî windabûna wê danê sibehê jiyana xwe ji dest daye. Lê belê giliyên sûc ên der barê xemsariya rayedaran de ji aliyê dozgeriyê ve bi biryara "Hewceyî lêkolînê nake" hatin redkirin.
Di pêvajoya windakirinê de tu gav nehatin avêtin
Tevî ku hat diyarkirin Rojwelat Kizmaz di qeydên MOBESE de hatiye dîtin û çûyîna wê ya li Heskîfê û liv û tevgera wê bi zelalî diyar dibe jî, rayedaran tu gav neavêt. Hate diyarkirin ku her çend bi 2-3 saetan xebat were dîtin jî di pêvajoya windakirinê de guh nedanê.
Lêpirsîna li ser parvekirina medyaya dîjîtal
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku li Stenbolê der barê kesekî ku sedemên mirina Rojwelat Kizmaz di medyaya dijîtal de parve kiriye, bi hinceta " tehrîkkirina kîn û dijminatiyê ya gel" lêpirsîn hatiye vekirin.
Xwekuştina jinan jî rastiyeke siyasî ye
Piştî mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz, hat ragihandin ku li Êlihê nêzî 40 kes ku piraniya wan ciwan in, bi heman awayî ber bi întîharê ve hatine kaşkirin û hat gotin ku ev mirin weke întîharên ferdî nayên hesibandin. Hate destnîşankirin ku çawa ku qetlîamên jinan siyasî ne, xwekuştina jinan jî li herêmê rastiyeke siyasî ye.
Dê kêmasî bên destgirtin
Di salvegera mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz de wê malbata wê saet di 11.30’an de li ber Edliyeya Êlihê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Di daxuyaniyê de dê sedemên mirina Rojwelat Kizmaz û xemsariya rayedaran bên nirxandin.
Malbata Rojwelat Kizmaz jî ev peyam parve kir, "Ji bo ronahiya Rojwelatên din venemire em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin."