
Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
- 08:34 12 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Xelkê Wanê li dijî hewldaneke xespkirina îradeya xwe, bêyî guh bidin hewayê sar heta serê sibehê li ber avahiya şaredariyê sekinî.
Duh 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Xelkê bajar jî bertekeke mezin nîşanî cezayê hatiye dayin da. Gel, piştî biryarê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir. Li gel ku li bajar pileya germahiyê di bin sifrê 10 dereceye jî çalakiya li pêşiya şaredariyê heta serê sibehê domiya. Di saetên şevê de li pêşiya şaredariyê agir hate vêxistin û welatiyan li dora agir bi saetan govend gerand. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî şev ronî kirin.
Gelek parlamenter û hevşaredar jî tev li çalakiya nobetê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB) Siraç Çelîk jî tev li çalakiyê bûn.