Berxwedana Tişrînê di roja 17'an de ye
- 15:34 24 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ji bo parastina Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakiya nobetê dewr girtin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandina dijberiya xwe ya li hemberî êrîşên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê, ji 8'ê Çileyê ve di çalakiya nobedariya bendavê de ne.
Duh bi sedan şêniyên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin bendavê.
Dema gel gihîşt bendavê, dewleta Tirk careke din êrîş kir. Di encamê de kesek şehîd bû û bi dehan jî birîndar bûn.
Di êrîşên li ser xwepêşandêrên li bendavê de, heta niha 21 kes şehîd bûne.