Jina ber bi bêdawîbûnê ve çû: Sêvê Demîr

  • 09:04 5 Çile 2025
  • Portre
 
      
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Sêvê Demîr û du hevalên wê de 9 sal derbas bû. Sêvê li pey xwe têkoşînek bê dawî hişt û çîroka wê wek destaneke ku naqede her bê vegotin wê bidome.
 
Endama Partiya Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir di 5'ê Çileya 2016'an de li Sîloiyê hatin qetilkirin. Di doza hat vekirin de Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara "Bêbiryariyê" da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê re şand. Dadgehê diyar kir ku qetilkirina sê jinên siyasetmedar li ser "gumanê" pêk hatiye û ser dosyayê girt.
 
Sêvê Demîr kî ye?
 
Sêvê Demîr li Gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê hat dinê. Ew sirguna ku ji aliyê dewletê ve li kurdan tê ferzkirin di salên dawî 90'î de dibînin. Malbat berê diçe Amedê piştre diça Manisayê. Tevî jiyana sirgunê jî Sêvê dev ji nasnameya xwe û xebatan bernade. Di HADEP, DEHAP, KCD, BDP û DBP'ê de xebatên xwe didomîne. Hem di nava partiyên siyasî hem jî di nava têkoşîna jinan de cihê xwe digire. Sêvê di heman demê de di nava DOKH'ê de jî cihê xwe digire. Sêvê di warê rêxistinbûyin û zanebûnê de bandorê li gelek jinan dike. Heta tê qetilkirin jî têkoşîna xwe didomîne. 
 
Sêvê dev ji têkoşîna xwe berneda 
 
Sêvê di salên 90'î de ji ber zextan ji gundê xwe koç dike. Bi malbata xwe re li Amedê bi cih dibin. Li vir jî zext didomin. Rojekê polîs bi ser mala wan digire û dibêjin 'Hûn terorist in'. Sêvê jî li ser vê yekê bersivê dide wan û dibêje 'esil hûn terorist in. hûn bi pêlavên xwe yên bi herî dikevin mala me'. Ji ber zextan Sêvê bi malbata xwe re vê carê koçî Manîsayê dike. 
 
Di sala 2002'yan de bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe. Sêvê ji ber wekî endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebat dida meşandin bi operasyona di bin navê "KCK" de hat girtin. Di 12'yê Îlona 2012'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger dike. Piştî ji girtîgehê derdikeve wekî endama Meclîsa Partiya DBP'ê li Şirnex û Mêrdînê dest bi xebatan dike. Di 4'ê Kanûna 2015'an de di dema qedexeya derketina derve de çû herêmê. 
 
Sêvê di serdema ku dev ji axa xwe berneda de û di dema têkoşîna xwe bi biryar didomand de bi aktivîsta KJA'yê Fatma Uyar, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir di 5'ê Çileya 2016'an de bi guleyên ji wesayeta zirxî hatin barandin, hatin qetilkirin.