Sê jin, felsefeyek: ‘Jin jiyan azadî’ cîhanê ronî dike

  • 09:03 5 Çile 2025
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, diyar kir ku têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma uyar îro bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê deng dide. Xecê Şen got têkoşîna her sê jian ji bo rojên ronî bû.
 
Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di  5’ê çileyê 2016’an de hatin qetilkirin. Jinên ku jiyana xwe dan ser azadî û aştiyê ji ber vê hedef hatin girtin. Sêvê Demîr bû dengê aştiyê û Pakîze Nayir bû dengê têkoşîna gelan. Fatma Uyar ji bo jin di cîhaneke wekhev de bijîn têkoşîn meşand. Jinan li dijî qetilkirina hevalên xwe bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşîna xwe bilind kirin.
 
Aktîvîsta  Tevgera Jinên Azad (TJA)  Xecê Şen, der barê her sê jinên li Sîlopiyê hatin qetilkirin de nirxandin kir.
 
Çima hedefa dewletê jin in?
 
Xecê Şen da zanîn ku li her cihê ku têkoşîn hebe û pêşengiya vê jin bike wê demê jin hedef tên girtin û got: “Li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di meha çileyê de hatin qetilkirin. Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr jî heman mehê de hatin qetilkirin. Ev ne tesaduf e. Zîhniyeta li Parîsê bi zîhniyeta li Sîlopiyê re heman e. Jin ya di têkoşînê de ya li girtîgehan tên qetilkirin. Dixwazin bi jinan serî bidin tewandin. Pakîze hevseroka meclîsa gel bû. Di şexsê Pakîzeyê de hewl dan pêşiya gel bigirin. Ji ber vê hedef girtin.”
 
‘Têkoşînek mezin dan’
 
Xecê Şen daxuyakirin ku di pêvajoya serokomar Tayyîp Erdogan de bûye gotiye ‘jin be jî zarok be jî ya hewce bikin’ û wiha got: “Li dijî vê gotinê jinan têkoşînek mezin da. Sêvê Demîr aktîvîsta mafê jinan bû. Xebatkara Azadiya Welat bû. Ji DOKH’ê bigirin heta gelek qadan xebat meşand. Ji ber vê hedef hat girtin.”
 
‘Têkoşîna her sê jinan ji bo rojên ronî bû’
 
Xecê Şen her wiha bi lêv kir ku têkoşîna Sakîne Cansiz ji mîlyonan jinî re bûye ronahî û got: “Sakîne Cansiz perspektîfa jiyanê bû. Van jinan heta roja hatin qetilkirin têkoşîn meşandin.Têkoşîna jinên li Sîlopiyê hatin qetilkirin ji bo rojên ronî bû. Li dijî polîtîkayên ku jinan hedef digirin divê têkoşîn bê meşandin.  Têkoşîna jinan a li dijî modernîteya kapîtalîst mezin dibe. Wê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bi serkeve. Em bi vê bawer dikin.”