ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 5 Çile 2025
  • Rojev
 
*Der barê Gulîstan Doku ya ku 5 sale windaye dozgeriyê ne lêpirsînek bi bandor meşand ne jî dewlet bi ser mijarê de çû. Der barê aqûbeta Gulîstan Doku de tu tiştek nehat kirin û berovajî vê hewl hat dayîn ser bûyerê bê girtin.
 
*Di ser qetilkirina Sêvê Demîr û du hevalên wê de 9 sal derbas bû. Sêvê li pey xwe têkoşînek bê dawî hişt û çîroka wê wek destaneke ku naqede her bê vegotin wê bidome. 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, diyar kir ku têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma uyar îro bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê deng dide. Xecê Şen got têkoşîna her sê jian ji bo rojên ronî bû. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka TJA ya Mêrdînê Hatîce Oncu da zanîn ku li dijî rejîma cîhadîst ya ku li Sûriyeyê bi destê HTŞ û SMO tê avakirin divê jinên welatên Rojava bi têkoşîna jinên Kurd re tifaqê ava bikin û divê jin ji bo jinên Kurd ne tenê piştgiriyê bidin, bibin pêşengên têkoşîna jinan. DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya nobetê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê 24 roj in didome. Jinên tevli çalakiyê dibin daxwaza wan azadiya Rojava ye. Jinên ku derdên wan cuda bin jî daxwaza wan yek in. DÎMEN HEYE