5 sale yek pirsek: Çi bi Gulîstan Doku hat?

  • 09:02 4 Çile 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
DÊRSIM - Di ser windakirina Gulîstan Doku re 5 sal derbas bûn. Rêvebera ÎHD’ê Nîlufer Aktag der barê mijarê de axivî û got: “Di doza Gulîstanê de îradeya jinan jî ya malbatê jî wek roja ewil teze ye. Ev êş ji bo me teze ye û naguhere. Heta aqûbeta wê diyar bibe em ê bipirsin. Em dixwazin fêr bibin çi bi Gulîstanê hatiye.”
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê bi guman winda bû. Tevî 5 sal derbas bû der barê Gulîstan Doku de tu pêşketinek çênebû. Li ser îxbara malbatê xebat hatin destpêkirin, di encama xebatan de telefona Gulîstan Doku li ser Viyaduka Sarisaltuk a Gola Bendava Uzunçayir sînyal da.  Îhtîmala ku Gulîstan di avê de ye li ber çavan hat girtin û li Çemê Munzurê xebat hatin destpêkirin, lê tu şopek nehat dîtin. Gumanbarê sereke Zaînal Abarakov û bave wî yê polîs Engîn Yucel qet nehatin binçavikirin û der barê wan de lêpirsînek nehat destpêkirin.
 
Ji roja Gulîstan winda bû çalakî û bernameyên ji bo pirsîna akûbeta wê didomin.  Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Dêrsîmê Nîlufer Aktag der barê mijarê de axivî.
 
‘Lêpirsînek bi bandor, darizandinek adîlane çênebû’
 
Nîlufer Aktag da zanîn ku doza Gulîstan Doku bi salane tê axaftin her kes mijarê dizane û got: “Pêvajo ji destpêkê de şaş hat meşandin. Doz bi îdiayek ne rast dest pê kir. Gotin Gulîstanê întîxar kiriye. Ji destpêkê de bi lîstikekê hat meşandin. Bi gumana cînayetê nehat meşandin. Gumanbar nehatin lêpirsînkirin. Ji ber vê ji srî de şaş bû. Piştre di nava demê de rastiya îdiayê hat lêpirsînkirin û hat tespîtkirin ku ne raste. Piştre mirovên di darazê de guherîn pêvajo tenê hat meşandin. Nezelaliyek hebû. Rayedaran wekê me  xwest li Gulîstan nepirsîn.”
 
‘Divê ewil delîl bihata komkirin’
 
Nîlufer Aktag daxuyakirin ku di dozên wisa de divê ewil delîl bên komkirin û wiha domand: “Lê di vê dozê de ev hatin îhmalkirin û tunekirin. Ne lêkolînek krîmînal ne materyalên dîjîtal yên gumanbaran hatin desteserkirin û ne jî wek gumanbarên cînayetê hatin lêpirsînikrin. Berovajî vê wek heval, xizmên kesa winda hatin lêpirsînkirin. Gelek îhmal hebû. Bûyer li demê belav kirin û gotin wê her kes serê dosyayê bigire. Ev wek cînayetê nayê dîtin lê em qirkirina jinanpolîtîk dibînin. Lê dewlet wisa nabîne. Malbatê jî me jî, têkoşîna xwe domand. Em ê bidomînin û Gulîstanê bipirsin.”
 
‘Pêşî li lêgerîna maf tê girtin’
 
Nîlufer Aktag da zanîn ku li Tirkiyeyê jin li her derê bi tundiyê re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Tundiya li ser jinan bi aliyan dişibin hev. Mînak dewelt di çalakiyan de ji bo pêşiya jinan bigire tundiyê dike.  Her wiha li zanîngehan li ser xwendekarên jin tundiyên taybet hene. Ligel vê polîtîkayên ewlehiyê,  vir wek tehdîd dîtin, teknîkên taybet li hember vê dide pêşxistin. Mixabin li Tirkiyeyê mekanîzmayeke tundiyê ya sîstematîk û hevpar li hember jinan heye.”
 
‘Heta aqûbet dernekeve holê em ê bipirsin’
 
Nîlufer Aktag wiha dawî li axaftina xwe anî: “Doza Gulîstanê di jiyana jinan de bûye dozek sembolîk. Hem di alî rêxistinên jinan de hem di alî têkoşîna jinan de bû sîwaneyek berfireh. Bi israr pirsîn, dest jê bernedan, her roj bibiîrxistin, her tim mezinkirina piştevaniyê, li gorî brê hîn berfireh bûye.Ji ber vê bi rêbazên cuda têdikoşin. Di doza Gulîstanê de jî em bi rêbazên cuda têdikoşînê dimeşînin. Em dixwazin fêr bibin çi bi Gulîstanê hatiye.Em ê bi biryar têkoşîna xwe bimeşînin.”