Newroz Uysal: Birêz Ocalan 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye

  • 17:55 29 Kanûn 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye û wiha got: “Lê yên ku ji çareseriyê re ne amade, spekulasyonan dike û hewl dide serê gelê Kurd tevlihev bike, dewlet bi xwe ye.”
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şirnexê, li navçeya Cizîrê panela “Ji Botanê ber bi Rojhilata Navîn ve di dorpêça şer de lêgerîna aştiya civakî” li dar xist. Panel, li Eywana Konferansan a Şaredariya Cizîrê hat lidarxistin. Pankartên “Em ê faşîzmê û tecrîdê têk bibin”, “Di rêya lêgerîna heqîqetê ya Nazim û Cîhanê de Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne”, “Şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e, na ji şer re aştî a niha” hatin daliqandin. Moderatoriya panelê endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê Mûrat Ozbey kir. Parlamenera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, ji Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fîkret Çaglayan û ji Platforma Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr jî weke axêver tev li bûn.
 
Fîkret Çaglayan di panelê de got ku ji bo tenduristiya gel li Rojhilata Navîn tişta herî pêwîst, bidawîkirina şer e. Çaglayan, anî ziman ku pênaseya aştiyê û tenduristiyê nav hev de ye.
 
Li Kurdistanê texrîbata ekolojîk
 
Agît Ozdemîr jî anî ziman ku ji salên 90’î ve li Kurdistanê stratejiya “Em behrê hişk bikin da ku masî bimirin” ketiye meriyetê û di vê çarçoveyê de zêdetirî 4 hezar gund hatine şewitandin û xwezaya Kurdistanê hatiye tunekirin. Agît Ozdemîr, da zanîn ku di şer de texrîbkirina hawirdorê li ser stratejiyan dimeşe ku ew jî ya yekemîn di dema amadekariya şer de, ya duyemîn di dema şer de û ya sêyemîn jî di tenduristiya gel de ye. Agît Ozdemîr, bi domdarî birîna daran, çêkirina bendavan, kanên madenan û hwd. rêz kir û qirkirina xwezayê ya li Kurdistanê vegot.
 
‘Tecrîd nêzîkatiya li hember Kurdan nîşan dide’
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîda li Îmraliyê polîtîkayeke li dijî gelê Kurd bû û ev tişt anî ziman: “Nêzikatiya li hemberî tecrîdê nêzikatiya li hemberî pirsgirêka Kurd e. Bi pergala Îmraliyê xwestin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê rakin. Lewma pergal tecrîdê xistin meriyetê.”
 
'Her hevdîtinekê riya çareseriyê vekir’
 
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku hêz û muxataba sereke ya ku dikare aştiyê pêk bîne Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke tecrîd hebe neçareserî heye, heke tecrîd hebe şer heye. Her cara ku deriyê Îmraliyê tê vekirin û hevdîtin tên kirin, em dibin şahidê pêvajoyên dîrokî. Lewma birêz Ocalan dibêje; ‘tecrîd, nenaskirina aştiyê ye û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.’ Ev 26 sal in bênaver tecrîd didome. Her hevdîtineke li îmraliyê, rêya çareseriyê vekir.”
 
‘Ya ku ne amade dewlet bixwe ye’
 
Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser hevdîtina DEM Partiyê ya duh bi Abdullah Ocalan re kir û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan ji bo çareseriyê sê pêşniyaran dike; yek ji van sekinandina operasyonên leşkerî, komkujî û mirinan, ya duyemîn agirbest û ya sêyemîn jî hevrûbûna dewletê ya bi komkujiyan re. Birêz Ocalan ji sala 1998’an heta niha her tim dibêje ji bo çareseriyê amade ye. Yên ku ji bo çareseriyê ne amade, ya spekulasyonan dike, ya ku dixwaze birêz Ocalan vala derxe û serê gelê Kurd tevlihev bike, dewlet bi xwe ye.”
 
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.