Dainişîna Narîn Guran: Daxwaza berdewamiya girtîmayîna kiriyaran
- 17:22 26 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Di rûniştina Narîn Gûran a hat qetilkirin de dozger daxwaza berdewamkirina girtina kiryaran kir.
Yekemîn danişîna doza bersûcên kuştina Narîn Guran a li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di rûniştina dozê de di serî de Baroya AmedÊ gelek serok û parêzerên baroyan, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê, nûnerên sazî û komeleyên zarok û jinan, nûnerên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî û endamên meclîsê amade bûn.
Daxwaza berdewamkirina girtîmayînê hat kirin
Piştî navberê heyeta dadgehê bi xwendina kurteya îdanameya dozger ku di danişîna berê de pêşkêş kiribû da rûniştin. Dozger xwest ku bersûc cezayê muebbetê yê girankirî bên cezakin û rewşa wan a girtî jî berdewam bıke
Di danişînê de Enes Gûran û ferdên malbata wî bi hev re bi hêrs axivîn. Di vê navberê de tevlihevî derket. Piştre naveber hat dayîn.