MKG'ê banga piştevaniyê li 103 rojnamegeran kir
- 13:14 26 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - MKG’ê bi nivîsa ku ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin bi 4 zimanan weşand, banga piştevaniyê li 103 rojnamegerên li gelek deverên cîhanê kir.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, bi 4 zimanan (kurdî, îngilîzî, farisî, tirkî) nivîsek weşand. MKG 'ê bi vê nivîsê banga hevgirtinê li 103 rojnamevanan kir
Di metna MKG'ê de ev tişt hatin gotin:
"Merheba ….
Ev banga piştevaniyê ye
Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Tirkiyeyê li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran, li dijî astengkirina rojanmegerên dixwazin karê xwe bikin, em tev digerin. Wekî jinên rojnameger ji bo vê armancê me Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava kir. Em wekî komele ji bo qada tevgerê ya rojnamegeriya jinê azad bikin hewl didin. Di heman demê de jî em bi faliyetên xwe yên rojnamegeriya jinê ya li qadan xebatên navenda wê wekheviya zayendê ye jî dimeşînin. Heger em derfeta têkiliya bi we re bibînin em dixwazin berfirehtir xwe bi we bidin naskirin.
Îro armanca şandina vê peyama me ji xeynî hevnaskirinê ji bo piştevaniyê ye. Em niha ji nava pêvajoyeke dijwar derbas dibin û em banga piştevaniya bi hev re ji we dikin.
Êrişên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ji 8’ê Kanûnê heta niha li Bendava Tişrîn û Pira Qerekozakê dewam dikin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema ev êriş dişopandin di 19’ê Kanûna 2024’an de li nêzî Bendava Tişrîn û Sirînê saet di 15.20 deqeyî de di wesayitê de bûn hedef. Her du rojnameger bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Ajokarê wesayitê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Em dixwazin hûn vê yekê bizanibin, rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku ji aliye Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin ne yên ewil in. Di 24’ê Tebaxa 2024’an de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de Nagîhan Akarsel hatin qetilkirin. Ev tenê çend navên kedkarên çapemeniya azad ên hatine qetilkirine. Ji xeynî van kedkarên çapemeniya azad ên hatine qetilkirin di 22’yê Adara 2017’an de Nûjiyan Erhan, di 8’ê Tebaxa 2014’an de Denîz Firat ji aliye DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10 salên dawî de 13 jê jin 32 kedkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Dema em vê pêvajoyê digirin ber çavan qetilkirina kedkarên çapemeniya azad, tenê ne kuştineke di encama şer de ye. Li vir hedefa esil, rojnamegerên kurd in. Ev metna me ya banga piştevaniya bi hev re ye. Em bang we dikin ku hûn jî tevli piştevaniya me bibin û em dengê xwe bi hev re bilind bikin.
Em piştevaniya bi hev re mezin bikin."