Rêveberiya Xweser ji bo parastina pirrengiya li Sûriyeyê bang kir

  • 10:27 26 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser diyar kir ku bûyerên dawî yên li herêmên peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan û şewitandina darên sersalê li Hema û Humisê xizmeta berjewendî û siberoja Sûriyeyê nakin.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber geşedanên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baas, ya baştire ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin. Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de lazimiyeke dîrokî ye.
 
Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî û civakî ye. Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide. Pêkanînên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyên bira diqewimin û şewitandina darên sersalê li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û siberoja wê. Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyê bingeheke girînge ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz.
 
Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîne. Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.
 
Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta aramiyan neke. Ji vê zêdetir dê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metisiyê. Di salên dirêj de me bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingehê tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî tevahî projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast.”