Hevserokên DEM Partiyê serdana girtiyan kirin
- 16:30 11 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo kesên ku beriya demekê hatin binçavkirin û hatin girtin çûn Girtîgeha Sîncanê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Patî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, ji bo hevdîtina bi Alîkara Hevserokên Giştî Sevtap Akdag ku herî dawî hat girtin û birin Girtîgeha Sîncanê, Şaredarê Peyasê Cengîz Dundar, damezrînerê ÎHD û Tevgera 78’an Nîmet Tanrikûlû, Serokê Karsaziya Giştî yê DÎSK'ê Remzî Çalişkan û Serokê Karsaziya Giştî yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy çûn Girtîgeha Sînfcanê.
Di serdanê de hat diyarkirin ku baweriya girtiyan heye dê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.