Bertekên li hemberî êrişan: Xwedî li Rojava derkevin

  • 14:39 11 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Rêxistina DEM Partî ya Curnêreşê li dijî êrişên li hemberî Rojava daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî hedefgirtina destkeftiyan divê xwedî li Rojava bê derkevin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) a Curnêreş a Rihayê derbarê êrişên li hemberî Rojava li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û endamên meclîsa şaredariyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê DEM Partî ya Curnêreş Mehmet Paç ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang dikin ku xwedî li Neteweya Demokratîk a ji bo hemû gelên cîhanê yên li Rojava hêvî ye dikin. Dengê berxwedana Rojava bibihîzin û bidin bihîstin. Bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku ev berxwedan ne tenê berxwedana bajarekî ye. Ev berxwedan berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê ye." 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.