Ji Şaredariya Peyasê li 4 gundan ji bo zarokan xebat

  • 14:13 11 Kanûn 2024
  • Rojane
 
AMED - Gerînendetiya Park û Baxçeyan ya Şaredariya Peyasê li 4 gundên girêdayî navçeya Peyasê komên lîstikan ên zarokan hatin çêkirin.
 
Gerînendetiya Park û Baxçeyan ya Şaredariya Peyasê, li gundên navçeya Peyasê girêdayî, Gozeliya Jorîn, Gozeliya Jêrîn, Kirxalî û Romiya ku qelebalixiya hejmara wan zêde ne, komên lîstikan ên zarokan lê hatin çêkirin.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeya Peyasê, endamên meclîsa şaredariyê, şêniyên gund û gelek zarok beşdarî vekirina gundên Kirxalî û Romiya bûn. 
 
Di vekirinan de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar axivî û got: “Zarokên me daxwaz ji me kirin. Wek şaredarî bi cîh anîna daxwazên wan bû bingeha pêkanîna xebatên me. Ji ber vê kêfxweşiya zarokên me ji bo me pir girîng e û piçek be jî me ev daxwaza wan pêk anî.”
 
Di dema birîna qûrdeleya komên lîstikan de diyariyên cuda li zarokan hatin belavkirin.