Rejîma Îranê mamostayek din a zimanê kurdî ji kar dûrxist
- 12:20 11 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên rejîma Îranê yên li ser jinên azadîxwaz û zimanê kurdî berdewame. Heftiyekê ye mamostaya zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve ji kar hatiye dûrxistin û doz li hember hatiye vekirin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku mamostaya kurd Leyla Selîmî ya xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Lijneya Vekolîna Tawanên Îdarî ya Wezareta Perwerdeya Îranê ve ji bo du mehan ji kar hat dûrxistin.
Hate diyarkirin ku Leyla Selîmî bi hinceta ‘beşdarbûna çalakiyên sendîkayê û endambûna Sendîkaya Mamostayên Sineyê’ hate cezakirin.
Leyla Seîmî 32 saliye, xwedî tecrubeya mamostetiyê ye û di heman demê de çalakvana Sendîkaya Mamostayên Sineyê ye.
Hêjayî gotinêye ku di van demê dawî de êriş û zextên rejîma Îranê ya li ser zimanê Kurdî û mamostayên zimanê Kurdî zêde bûye. Heta niha nêzîkî 9 mamostayên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve bi hincetên cuda ji kar hatine dûrxistin û hinek jî hatine girtin û cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.