Ambûlans hat bombebarankirin

  • 11:02 11 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta Tirk a li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ya li dijî ambulansekê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
 
Artêşa Tirk duh li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ambulanseke veguhastina birîndaran a Nexweşxaneya Kobanê bombebaran kir.
 
Di bombebaranê de ajokarê ambulansê û birîndarekî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hemşîreyek û kesekî din bi giranî birîndar bûn.
 
Birîndar rakirine nexweşxaneyan.