Koçbera Efrînî: Hemû kiryarên dijmirovî pêk anîn

  • 09:06 11 Kanûn 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Yek ji koçberên Efrînê ya ku li Kantona Efrîn-Şehbayê bi cih bû Fediya Omar bû. Fediya Omer wiha behsa êrişa çeteyan kir: "Di 1'ê Kanûnê de dema çete derbasî gund bûn îşkence li gundiyan kir. Ciwan û zilamên gund li pêş çavê her kesî lêdan xwar û îşkence dît. Her wiha ne tenê îşkence û kuştin mal, milk û perê welatiyan jî dizîn. Hemû kiryarên derveyî rêzên mirovî pêk anîn."
 
Piştî ku dewleta tirk di 2018'an de êrişên xwe bi ser bajarê Efrînê de anî û xelkê wê neçar man koçberî kantona Efrîn-Şehba yê bibin. Li wir piştî berxwdana 7 salan li hêviya vegerê bû. Di 1'ê Kanûnê de ji ber êrişan neçar man ku carek din koçber bibin. Koçber carekdin berê xwe dan Rojhilatê Firatê. Welatiyên ku nekarin derkevin jî bi îşkenceya çeteyan re rûbirû man. Yek ji wan Fediya Omar bû.
 
Koçberiya du caran 
 
Koçbera Efrînî Fediya Omar ku li gundê Ziyaretê a girêdayî navçeya Şêrewa di dema mayina wê di gund de qala îşkenceyên ku rastî wê hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me di bajarê Efrînê de di nava ewlehiyekê de jiyan dikir. Lê di dîroka 20'ê çileya 2018`an de dewleta tirk bi 72 balafirên xwe êriş li me kir. Di encamê de em neçar man ku koçber bibin me berê xwe da kantona Efrîn-Şehba. Lê li wir jî çeteyên dewleta tirk bela xwe bi ji me neterikandin û êriş li me kir. Di encamê de em neçar man ku carek din koçber bibin û ji warê xwe derkevin."
 
'Zilm û zordarî li ser me hat ferzkirin'
 
Fediye Omar, wiha behsa dagirkirina gund kir: "Dema ku çeteyên dewleta tirk a dagirker di 1'ê Kanûna 2024'an de ketin nava gund ji ber derfetên me nîn bû ku em derkevin. Em di mala xwe de man. Lê belê me gelek bûyerên dijî rêzên mirovî bi çavên xwe dît. Me jî biryar girt ku bi çi rê dibe bila bibe divê em xwe ji nava wan xelas bikin. Di roja yekem de ku derbas bûne de ji xelkên gundê Ziyaretê ku girêdayî navçeya Şêrewaye civînek dan çêkirin û di civîna xwe de ji me re gotin 'Em tiştek bi serê we nînin em we nakujin em têkoşerê xelasiya ji zordariyê ne'. Lê belê bi hatina wan zordarî û zilim deh qatî li ser me hat ferz kirin."
 
Ferzkirina li xwekirina cilên reş
 
Di dewama axaftina xwe de Fediye Omar wiha qala ketina wan a nava gund kir: "Dema ku derbasî nava me bûn di destpêkê de hemû ciwan û zilamên gund revandin. Gelek ciwan û zilam jî li pêş çavê hemûyan lêdan xwarin û hatin îşkence kirin. Ketin nava jinên gund û di bin navê 'Divê hûn xwe bidin sitrandin' biryar dan ku hemû jin bi cilên reş derkevin û şale wan divê li ser serê wan be. Her gotina 'Derewcî û Kafirin' ji me re dihat kirin."
 
'Me lêdan xwar'
 
Fediya Omar, behsa îşkenceyên ku hat kirin kir û wiha dirê da axaftina xwe: "Dema ku zilamê min revandin ketin nava malê me û bi porê min girtin û ez ji erdê xirikandim. Li derveyî malê ji min re gotin tu kafir e tu mîlîse PKK'ê ye. Ma çi gunehê me heye ku em wisa tên kuştin. Li piştî îşkenceyan gotinên ne exlaqî li me hatin gotin. Me jî biryar da ku em ji gund derkevin. Cara pêşî hevserê min îşkence dît. Dema ku em ji gund derketin, ji bo ez wî biparêzim min wî di tirompêlê de veşart. Lê belê carek din di rê de rastî me hatin û hevserê min peya kirin û îşkence lê kirin û gelek car kêr dan ser stuyê wî. Her wiha me  jî ji tirompêlê daxistin û bi rêka giropên xwe yên çete carek din em vegerandin gund. Bi êvarê re hevserê min rêkirin mal. Lê wî gelek lêdan lêdan xwaribû."
 
'Kiryarên derveyî mirovî pêk tînin'
 
Fediya Omer wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku me îsrar kir ku em ji gundê xwe derkevin çeteyan ji me re gotin 'Hûn du kes in bi 400 dolarî em ê we ji gund derxin. Lê heke hûn diravên neşînin em ê serê dayik û bavên we jêkin'. Rewşa malbeta me li gund gelek aloze. Çete ne tenê dikujin, mal, milk û pereye welatiyan jî didizîn. Hemû kiryarên derveyî rêzên mirovî pêk anîn û tînin."

Etîketan:

jinnews