ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 11 Kanûn 2024
  • Rojev
 
* Rojnameger Jiyan Pîran, geşedanên dawî nivîsand û got: "Îro giştî mirovahî û netew-dewletên Awropa li hemberî kiryarên qirêj ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê bêdeng in. Li cihê ku mafê mirovan bi parêzin, bêdengiya xwe diparêzin. Ev jî rastiya rûyên wan derdixe ber çavan." ANALÎZ
 
*Şaredariya Peyasê ji bo jinan Sûka Hanimeller ya Peyasê ava kir. Jin li sûkên hem piştevaniya hev dikin û hem jî bi berhemên keda destê xwe debarê dikin. BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka Herêma Duyemîn a DEM Partiyê Gîzem Kuzuk têkildarê daxuyaniya desthilatdariyê ya der barê çêkirina 21 girtîgehê de axivî û got: “Li vî welatî ji xwe pir zêde girtîgeh hene. Li şûna ji girtîgehan re butçeyê vediqetînin bila projeyên ji bo tenduristî û perwerdehiyê re veqetînin.” BI DÎMEN 
 
*Yek ji koçberên Efrînê ya ku li Kantona Efrîn-Şehbayê bi cih bû Fediya Omar bû. Fediya Omer wiha behsa êrişa çeteyan kir: "Di 1'ê Kanûnê de dema çete derbasî gund bûn îşkence li gundiyan kir. Ciwan û zilamên gund li pêş çavê her kesî lêdan xwar û îşkence dît. Her wiha ne tenê îşkence û kuştin mal, milk û perê welatiyan jî dizîn. Hemû kiryarên derveyî rêzên mirovî pêk anîn." BI DÎMEN 
 
*Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî da zanîn ku komên SMO yên girêdayê Tirkiyeyê, êrişên HTŞ’ê yên li hember hikûmeta Şamê derfet dît û êrişê Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê li hember destkeftiyan e. Ger pêşiya van çeteyan neyê girtin wê xetere ji bo hemû herêmê derbasdar be.” BI DÎMEN