Di êrişa li hember Minbicê de 3 jin hatin qetilkirin
- 20:02 10 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrişên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li ser kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyand ku 3 endamên an di êrişa Tirkiyeyê ya li hember Minbicê de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin di encama êrişên artêşa dewleta Tirk û komên giêdayê wê li ser kantona Minbicê 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku her sê hevalên wan mînaka fedekariyê bûne û li dijî mirinê bi lehengî û îsrar sekinîn.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bi lez û bez êrişên dewleta Tirk ên li ser Minbicê bi dawî bikin û sivîlan ji sûcên şer biparêzin.