'Di 2024’an de 104 rojnameger hatin qetilkirin’
- 17:58 10 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora IFJ’ê di 2024’an de li seranserê cîhanê 104 rojnameger hatine qetilkirin û ji van 12 heb jî jin bûn. Li Gazzeyê ku 55 rojnamegerî jiyana xwe ji dest da, wek herêma bi xeter derket pêş. IFJ’ê ji bo parastina rojnamegeran banga peymanê li NY’ê kir.
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de raporek weşand. Li gorî raporê di 2024’an de li seranserê cîhanê 104 rojnameger hatine qetilkirin. Li Gazzeyê di pevçûnan de 55 rojnamegerî jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha ji 104 rojnamegerên hatine qetilkirin 12 heb jin in.Li gorî raporê ji 10’ê kanûna 2024’an şûnde li seranserê cîhanê 520 rojnameger girtîne û bi hejmara herî zêde jî Çîn di pêşiyê de ye. Li Israîlê 59 rojnamegerên Fîlîstînê, li Maynmar 44 rojnameger, li herêma Asya-Pasîfîk 254 rojnameger girtîne.