Li dijî Eyn Îsa êrîş: 2 zarok 8 kes hatin qetilkirin
- 17:52 10 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SÎHA’ya aydê Tirkiyeyê li gundê Sefiya ya Eyn Îsa êrîşê welatiyan ki rû 2 jê zarok 8 kes hatin qetilkirin.
Balafira Bêmirov a bi Çek (SÎHA) ya Tirkiyeyê vê sibehê êrîşê gundê Sefiya yê Eyn Îsayê kir. 8 kes hatin qetiklirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê du jê zarok 8 ekes hatine qetilkirin. Navên 8 sivîl şehîd bûne wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, 2 zarok bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.
Tirkiyeyê 8’ê Kanûnê de jî li gundê Musterîha yê girêdayî Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî, di encamê de di nav de zarok jî hene 12 sivîl hatin qetilkirin.