Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin

  • 16:37 10 Kanûn 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Malbatên girtiyan û akademîsyenên aştiyê jî di nav de gelek kes li pêşiya Meclisê hatin gel hev û daxwaza edaletê kirin. 
 
Koma Xebatê ya Ked û Edaletê, malbatên girtiyan, malbatên xizmên xwe di Komkujiya 10’ê Cotmehê de winda kirin, parastvanên mafên mirovan, KHK’î û Akademîsyenên Aştiyê jî di nav de gelek kes li pêşiya Meclisê hatin gel hev û li ber Deriyê Çankayayê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Dawî li darizandinên siyasî bînin”, “Em ê 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” û “Dê KHK biçin em ê bimînin” hatin hilgirtin. 
  
Di çalakiyê de ji ewil Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun axivî û got ku ji sala 2016’an ve gelek akademîsyen mehkûmî birçîtî û bêkariyê hatine kirin. Yasemîn Ozgun, diyar kir ku ji wê demê ve li dijî neheqiyê têdikoşin û heta mafên xwe bi dest dixin jî têkoşîna xwe bidomînin. 
  
Piştre jî li ser navê Platforma KHK’iyan Emîn Korkmaz axivî û ji bo çareseriya pirsgirêkan Meclis weke navnîşan nîşan da. Korkmaz, da zanîn ku li dijî wan hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û got: “Min 12’ê Îlonê jî jiya lê dadgehê wê demê ji yên niha bêhtir adilane bûn.” 
  
Li ser navê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya AAkdenîzê (AATUHAY-DER) jî Gulazer Akin axivî û ev tişt anî ziman: “Xwişka min 28 sal in girtî ye. Girtiyên nexweş berdin.” Refîka Akin jî wiha got: “Li me xistin, zarokên me sirgun klirin lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. Ma li benda mirina wan in. Êdî bes e. Em jî mirovin.” Piştî axaftinê, dirûşma “Girtiyên nexweş berdin” hate berzkirin. 
 

Etîketan:

jinnews