Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em destur nadin van lîstikan 2024-11-05 19:55:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li gelek bajarna çalakiyên protestoyî pêk hatin.   Çalakiyên protestokirina tayînakirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê didomin. Lig elek bajaran çalakî pêk hat û xespkirina îradeya gel hat şermezarkirin.   Manîsa   Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li ber avahiyê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka DEM partî ya Turgultuyê Fadîle Gokturk daxuyanî xwend û da zanîn ku 4’ê mijdarê de xespkirian îradeyê ne tesadufe û got di 4’ê Mijdarê de hvserokên HDP’ê Selhattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin.  Fadîle Goktur anî ziman ku  AKP û MHP dixwaze tolê bigire û carek din êrîşê îradeya gel kiriye. Fadîley Gokturk anî ziman ku wê bêdeng nemînin û li dijî êrîşan têbikoşin. Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû   Wan   Li Wanê jî Platforma Ked û Demokrasiyê li ber Aydin Perîhan AVM daxuyaniyek dan. Li ser navê girseyê Ridvan Îmren daxuyanî xwend û destnîşan kir ku mafê hilbijartinê ya gel carek din hatiye xespkirin û wiha got: “Divê demildest dest ji vê darbeya li îradeya gel xistine berdin. Divê dawî li vê xespkirinê bê anîn. Divê hevşaredar radestê peywirê bên kirin.”   Eskîşehîr   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Eskîşehîrê jî li ber Kanatli AVM daxuyaniyek da. Sîmay Kart axivî û daxuyakirin zihiyeta qeyûm heman demê de êrîşeke li hember destkeftiyên jinan û hevserokatiyê ye û bêtehemuliyeke mezine.   Dîlok   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî li navçeya Şahînbey  li parqa Yeşîlsu daxuyaniyek da. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Dîrokê, serokê baroya Dîlokê Bulent Duran û gelek kes tevli daxuyaniyên bûn. Bulent Duran axivî û got ev rewşeke li dijî dijhiqûqiyê û ne pêkane ku ev bê qebûlkirin.   Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bidawî bû.    Şemzînan    Li Şemzînana  Colemêrgê jî li ber DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn û qeyûm hatin protesto kirin. Hevserokê DEM Partî ya Şemzînanê Agît Tekîn axivî û got qeyûm darbeye û wê li dijî vê xespkirinê têkoşînê mezin bikin.    Hatay    Li navçeya Antakya û Samandagê jî bi heman armancê daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê DEM Partî ya Hatayê Naîm Ozbek axivî û bi lêv kir ku  bi tayînkirina qeyûman desthilatdariyê rewabûna demokratîk winda kiriye.    Antalya   Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li Meydana Attalos daxuyanî çapemeniyê da. Di çalakiyê de pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin" hat vekirin û dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi din hev" hatin berzkirin.   Rêvebera DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag diyar kir ku nikarin bi qeyûman îradeya gel desteser bikin û got, “Darbeyên berê yên qeyûman ji aliyê gel ve hatin redkirin. Di hilbijartinan de têk çûn û gel îradeya xwe ji bo partiya me bikar anî. Israrkirina di darbeya qeyûman ên ku di her hilbijartinê de têk diçe, nîşaneya têkçûna siyasî ye. Desthilata AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistin, hewl dide bi daraz û hêzên ewlehiyê desteser bikin. Darbeya qeyûman veguherandine rejîmê.”    Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir û Alî Butkulu binçav kirin.