DEM Partî çû serdana welatî û esnafên Esenyurtê 2024-11-01 20:19:00   STENBOL- Parlamenterên DEM Partiyê, li dijî qeyûman ji bo piştevaniyê çû serdana welatî û esnafan, soza têkoşînê dan.   Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hatibû girtin û qeyûm tayînê şûna wî hatibû kirin. Parlamenterên DEM Partiyê li dijî qeyûm ji bo piştevaniyê çû serdana esnaf û welatiyan. Celal Firat, Çîçek Otlu, Sebahat Erdogan Saritaş û Yilmaz Hûn çûn serdanê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan.   Parlamenteran di serdanê de siyar kirin ku qeyûm xespkirina îradeya gele û gotin girtina Ahmet Ozer dijhiqûqiye. Her wiha parlametneran gotin wek DEM Partî wê li dijî vê têbikoşin.