Li Erdîşê mîtînga 'Her dem kurdî her der kurdî'

  • 14:52 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
WAN - Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî” li Erdîşê mîtîngel hat lidaxistin û di mîtîngê de banga xwedî li derketina ziman hat kirin û wiha hat gotin: "Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê." 
 
Li navçeya Erdîşê ya Wanê bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî" mitînga ziman li dar xist. 
 
Welatiyên beşdarî mitîngê bûn dowîzên bi nivîsên, “Her dem li her dere bi kurdî bi axivin, bi  kurdî bixwinin, bi Kurdî binivîsînin, bi Kurdî bijîn”, “Divê zimane Kurdî bibe zimanê fermî”, “Kurdî hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan na be”, “Kurdî dayîka me ye”, “Jin, jiyan, azadî” hildan. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîncar beşdarî mitîngê bûn.
 
'Çanda xwe ji bîr nekin' 
 
Mitîngê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Erdîşê Mecbûre Açik axivî û wiha got: “Zimanê me nasnameya me ye. Divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin. Pêwîste em li malê, li kolanan, li nexweşxaneyan bi zimanê xwe biaxivin. Divê em zimanê dayik û bavên xwe bigihînin nifşên nû û em çanda xwe ya hezar salane ji bîr nekin.” 
 
'Dê xwedî li ziman derkevin'
 
Paşê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û wiha got: “Tevî ku zimanê me xwedî dîrokek qedîm e jî lê li her derê tê astengkirin û qedexekirin. Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.” 
 
'Kurdî ziman û nasnameya me ye'
 
Dîba Keskîn jî li ser navê TJA’yê axivî û destnîşan kir ku divê xwedîderketina li kurdî ne formalîte be û wiha got: “Helbet em ê li ber tu êriş û astengan serî netewînin. Lê belê xwedî derketina li zimanê me tenê li ser gotinan dimîne. Ji ber vê yekê pêwîste em bi hestên xwe, bi ramanên xwe, bi wîjdanê xwe parastina zimanê kurdî bikin. Lazim e em tu nirx û tiştên xwe pîroz ji bîr nekin, berovajî vê em hin bêtir xwedî derkevin. Kurdî zimanê me, nasnameya me, dîroka me û hebûna me ye. Divê em bi kurdî biaxivin û xwedî li mîrateya pêşiyên xwe derkevin. Ev wezîfeyek û berpirsiyarek e li ser milê me ye.” 
 
Piştî çend axaftinan Koroya Koma Zarokên Zîlanê derket ser dikê û strîn. Koroyê li ber stranên xwe coş û peroşa girseyê zêde kirin û dîmenên xweşik derketin holê. 
 
'Em ê deng û awazên xwe bilind bikin’ 
 
Piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar axivî û wiha got: “Zimanê me bedena me ye. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em li her qadê xwedî li bedena xwe derkevin. Seranserî dîrokê kurd çiqas bi zilmê û êrişan re rû bi rû mabin, zimanê me kurdî ewqas bi zilmê û zextan re rû bi rû maye. Bi salane zimanê kurdî li girtîgehan û li her qadên jiyanê tê astengkirin, zext li zimanê me tê kirin û tê xwestin ku tune bibe. Gelê me yê qehreman li her qadê li ber zextan û êrişan rabû û xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê kurdî li Geliyê Zîlan li ber xwe da, li Newala Qesaba li ber xwe da, herî dawî jî li Kobanê li ber çavê hemû dinyayê li ber xwe da. Seranserî têkoşîna Gelê Kurd me gelek cangoriyên hêja da vê axê, lê em ê nehêlin ku zimanê me bibe cangorî. Em ê li her qadê deng û awazên xwe bilind bikin.” 
 
'Divê kurdî bibe zimanê perwerdê' 
 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û anî ziman ku bi salane gelê kurd ji bo azadkirina zimanê xwe têdikoşe û wiha axivî: “Zimanê kurdî di lîteratura zimanan de di sefa pêş de ye. Zimanê me zimanê bi hezarê salan e. Zimanê me çand me ye û pirr qedîm e. Çiqas asîmîlasyon hebe, em ê jî ewqas li dijî vê di siyasetê de di parlamentoyê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Dema ji we bipirsin hûn kî ne, em ê bersiva, ‘em kurd in’ bidin. Dema ji we pirsîn ‘hûn ji ku ne?’ em ê bêjin em ji ‘Kurdistanê’ ne bidin. Bi van polîtîkayên xwe sedsalî ewilî zimanê me qedexe kirin û gotin, ‘heke em zimanê wan tune bikin, em ê hebûna kurdan jî tune bikin’. Wisa êrişî hebûna me kirin. Lê belê li dijî vê neyartiya wan em li her qadê xwedî li zimanê xwe derketin. Em ê ji niha pê ve jî li her qadên jiyanê polîtîkayên pûç bikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya mafdar bikin ku zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.” 
 
Piştî axaftinan girseyê li ber muzîkê govend gerand û mitîng bi dawî bû.