Çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000'î: Em ji bîr nakin

  • 12:03 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Bi sedan kesên di hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê de hatin bahev, ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin edalet xwestin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em ji bîr nakin em ê qet ji bîr nekin. Em hezar hefte ne, qîr dikin, em ê qet dest jê bernedin.”
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin çalakiya xwe ya hefteya 1000’emîn bi tevlibûna partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê li Qada Galatasarayê hatin bahev. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Dayikên Şemiyê” dinivîsîn, hatin lixwekirin û pankarta reş li erdê hate vekirin. Li ser pankartê nivîsa “1000 Hefte” hate nivîsîn û wêne û qûrnefîl danîn ser pankartê. 
 
Bi sedan kesên tev li çalakiyê bûn di destê wan de wêneyên windakiriyan û qûrnefîlan hatin Qada Galatasarayê û li qadê çalakiya rûniştinê ya bêdeng dan destpêkirin. 
 
'Em ê ji bîr nekin û qet ji bîr nakin'
 
 
Endama Komîsyona Li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcan xwend. Sebla, destnîşan kir ku 1000 hefte ne tên bahev û diyar kir ku daxwaza kesên ku dewletê piştî binçavkirin windakirin dikin. Sebla, destnîşan kir ku ne cenazeyê kesên hatine windakirin ne jî ew bi xwe qet nehatine dîtin û wiha got: “Ji wan tenê wêneyê ku em hildigirin maye. Ew jî weke we bûn û kesên ku em herî zêde jê hez dikin bûn. Hezar hefte ne bi êşeke ku qet natebite û hêviyeke qet xelas nabe li benda hezkiriyên xwe yên dewletê ew birin û çû disekinin. Hezar hefte ne dipirsin. Windakiriyên me li ku ne, faîl çima necezakirinê tên parastin. Em ê ji bîr nekin û qet ji bîr nakin. Hezar hefte ne em qîr dikin, em ê qet dest jê bernedin.”
 
‘Em windakiriyên xwe dixwazin’  
 
Sebla, bi lêv kir ku ji sala 27’ê gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê kom dibin û wiha domand: “Em hin caran hatin astengkirin. Bi darê zorê, tundiyê hatin binçavkirin û darizandin. Lê me qet dest jê berneda ji ber ku ew roniya çavên me ne. Em nikarin qûrnefîlan danin, ser gorên wan. Lê em qûrnefîlan danin vir. Em di hefteya 1000’emîn de bi yek daxwazê derdikevin: Em windakiriyên xwe dixwazin! Em dixwazin qûrnefîlên xwe nedanin vir, danin ser goran. Em di hefteya xwe ya hezaremîn de careke din qîr dikin, heta ku em hezkiriyên xwe nebînin, em ê dest jê bernedin.” Piştî daxuyaniyan malbatên windakiriyan axaftinên kurt kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Dayika Hasan Ocak ê hatiye windakirin, Emîn Ocak ji bo piştevaniya herkesê spasiyên xwe pêşkeş kirin û edalet xwest.
 
‘Em ê dest ji Galatasarayê bernedin’  
 
 
Dayika xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di bin çavan de hate windakirin, Zubeyde Tepe jî diyar kir ku gelek xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hatin qetilkirin û wiha got: “Em ê dest ji Galatasarayê bernedin. Heta ku Tansû Çîller, Mehmet Agar û Korkmaz Tanhan neyên darizandin em ê vê têkoşînê bidomînin. Em kujerên zarokên xwe dixwazin. Edalet li vir nîne. Dibêjin ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’. Heke edalet hebe bila faîlan darizînin. Ez edaletê dixwazim.”
 
Hevjîna Fehmî Tosûnê ê hatiye windakirin, Hanim Tosûn jî wiha got: “Helbet dê rojekê hesabê bidin. Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Heta ku kujer derkevin pêşberî darazê em ê li vir bin.” 
 
‘Dayika min her tim gorek xwestibû’  
 
Xwişka Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatiye windakirin, Îkbal Eren jî ev tişt gotin: “Dayika min her tim gorek xwestibû. Ez ji cihê ku dayika min hiştiye, ji bo goreke kekê xwe ya bi kulîlkan hatiye xemilandin li vir im. Hebûna me ya îro li vir, encama dest jê bernedana me ye. Em ê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin.”
 
‘Heke em bimirin jî dê neviyê me bên vê derê’  
 
Keça Îbrahîm Demîr ê di bin çavan de hatiye windakirin, Denîz Demîr jî destnîşan kir ku 34 sal in li edaletê digerin û dê heta bêhna xwe ya dawî li pey edaletê bin.  
 
Hevjîna Kasim Aksoy, Erdogan Aksoyê jî wiha got: “Çavên hevjînê min girtin û ew birin girtîgehê û ew windakirin. Em edaletê û windakiriyên xwe dixwazin. Heke em bimirin jî dê neviyê me bên vê derê.” 
 
‘Heta ku windakiriyên me bên dîtin û faîl bên cezakirin em ê li vir bin’  
 
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan a hevjîna karsaz Savaş Bûldan ê hate qetilkirin jî anî ziman ku hezar hefte ne li benda edaletê ne. Pervîn, bi lêv kir ku goreke ku qûrnefîlekê deynin ser nîne û got: “Goreke ku em li ser duayan bikin nîne. Ji ber wê yekê heta ku windakiriyên me bên dîtin û faîl bên cezakirin em ê li vir bin. Ji ber ku ev qad, qada me ya edaletê ye.” 
 
‘Dewlet gorekê deyndarê min e’  
 
Birayê Cemîl Kirbayir ê hate windakirin, Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku ji bo li vê qadê kom bibin bi gelek bêhiqûqiyan re rû bi rû mane û got: “Dewlet gorekê deyndarê min e.”
 
Neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk jî wiha got: “Ez ji bo bapîrê xwe edaletê dixwazim.” 
 
Dû re peyamên piştevaniyê yên ji derveyî welat ji bo Dayikên Şemiyê hatine şandin hatin xwendin. Piştî peyaman çalakî bi dawî bû.