Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê hatin rakirin

  • 11:11 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di hefteya hezaremîn a lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin didomînin de bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê hatin rakirin. 
 
Têkoşîna Edaletê ya ku Dayikên/Mirovên Şemiyê ji sala 1995’an û vir ve ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin tê meşandin ket hefteya xwe ya hezaremîn. Ji ber çalakiya girseyî ya di hefteya hezaremîn de were kirin, bariyerên polîsan ên di sala 2018’an de danîbûn dora Qada Galatasarayê hatin rakirin. 
 
Di êrişa li dijî çalakiya hefteya 700’emîn a sala 2018’an a Dayikên Şemiyê de piştî ku di êrişa hate kirin de dayik û parazvanên mafan hatibûn binçavkirin qad bi temamî bi bariyeran hatibû girtin.