Têkoşîna bênefes a hezar hefteyî (5)

  • 09:05 25 Gulan 2024
  • Dosya
 
Israra di çavan de têkoşînê nivş bi nifş radigihîne…
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Xwarziya Hayrettîn Eren ê di binçavan de hatibû windakirin,Setenay Yarici ji nifşê sêyemîn ya Mirovên Şemiyê ye. Setenayê da zanîn ku şert çi dibin bila bibin heta hefteya 1000’î çawa têkoşîn dane wê ji vir şûnde jî li Qada Galatasarayê bin. Stenayê bi lêv kir ku çend hefte derbas bibin jî wê dest ji têkoşînê bernedin û aqûbeta windayên xwe bipirsin.
 
Têkoşîna Dayikên Şemiyê\Mirovên Şemiyê  28 sal e tevî hemû zextan bi israrek mezin didome.  Dayikên Şemiyê  ji  di 27’ê Gulana 1995’an de ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin dest bi çalakiyê kirin û hezar hefteye çalakiya xwe didomînin. Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de ku 30 salî bû hat revandin û 58 roj şûnde cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat dîtin û dayika wî Emîne Ocak ji  wê rojê şûnde dest bi çalakiyê kiribû û her roja şemiyê xizmên girtiyan li Qada Galatasarayê hatin gle hev û daxwaza edeletê anîn ziman. 
 
Hayrettîn Eren
 
Hayrettîn Eren ku 1954’an de hatiye dinê di 21’ê Mijdara 1980’ê de  bi wesayîta xwe li Saraçhaneyê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û dibin qerekola Karagumrukê. Roja din agahiyê didin malbatê. Dê û bavê wî diçin qerekolê. Li wir ji malbatê re dibêjin 7 kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyeta Gayrettepe ya Stenbolê. Malbat diçe qerekolê lê li wir îdia dikin ku Hayrettîn nehatiye binçavkirin û malbatê dişînin. Tevî hemû hewldanan malbat xwe nagihînin şopa Hayrettîn. Malbat serlêdana sûc dike lê dozger biryara cih ji lêpirsînê re tune ye dide.
 
Di têkoşînê de israr
 
Dayika wî Elmas Eren li ber deriyê emniyetê dipê lê dibêjin kesekî wisa tune ye. Elmas wesayîta kurê xwe ya li baxçeyê emniyetê nîşan dide, lê polîs bi zextan wê ji wêderê bi dûr dixin. Binçavkirina Hayrettîn hat înkarkirin. Tevî hemû hewldanan şopa wî nehat dîtin. Wek hezaran welatiyî Hayrettîn jî di bin çavan de hat windakirin.Tvî hemû hewldanan ev 44 sal e agahî ji Hayrettîn Eren nehat girtin.
 
Xwarziya Hayrettîn, Setenay Yarici der barê mijarê de wiha dibêje: “Ez wek nifşa sêyemîn ya malbatê di çalakiyê de cih digirim. Ger ku ev têkoşîn gihiştibe nifşa sêyemîn ev şerma mezin a mekanîzmaya ku gumanbaran diparêze ye.”
 
‘Dayikên Şemiyê ne tenê ne’
 
Setenayê da zanîn ku ji aliyê xizmên windayan ve têkoşîn li Galatasarayê hatiye destpêkirin û Galatasaray  veguheriye bîra gel û wiha got: “Hemû xizmên windayan li qadên hevpar yên têkoşînê hatine gel hev. Dema em bi dayikên şemiyê hesiyan me got em ne tenê ne. Wek me bi sedan bi hezaran kes di vê rêde meşiyan. Em bi mirovên şemiyê re bi heman daxwazên hatin gel hev û me ji hev hêz girt. Me piştgirî da hev û me bi hev re têkoşîn mezin kir. Me ji bo xizmên xwe têkoşîn da. Dapîra min û daika min bi roja ewil de di têkoşînê de cih girtin. Dapîra min jiyana we ji dest da û dayika min têkoşîn dewr girt. Ez jî bi dayika xwe re ji bo gumanbar bên darizandin wê têbikoşim.”
 
Têkoşîn gihişt nifşê sêyemîn
 
Setenayê ji ber zextan navbera ku di 13’ê Adara 1999’an de dane çalakiyê bibîr xist û got: “Binpêkirin û tundî her çiqas zêde bibin jî têkoşîna Dayikên Şemiyê roj bi roj mezin bû û li cîhanê belav bû. Piştî 10 salan şûnde ez wek nifşa sêyemîn tevli çalakiyê bûm. Ev têkoşîn bi salane didome. Ev têkoşîn heta nifê sêyemîn hatibge ev şerma mezine. Ev şerma wan e. Em dayikên xwe winda dikin. Êdî nifşê duyemîn û sêyemîn vê têkoşînê dimeşînin.Dayik bêyî ku aqûbeta zarokên xwe fêr bibin jiyan axwe ji didin. Çavên dayikan vekirî diçin.Em tenê biçûk de bi rastiya kuştinên kiryar nediyar re hatin rû hev. Di encama polîtîka înkar û îmhaya dewletê mirov hatin windakirin. Çalakiyan dayikan her çiqas gihiştibge hefteya 1000’î jî, ev şerma yên berpirsyariya xwe naynin cih e.”
 
Israra di çavên wê de têkoşînê ji nifşên pêşerojê re radigihîne…
 
Setenayê di dawiya aaxaftina xwe de got israra di çavên Dayikên Şemiyê de têkoşîn nifş bi nifş ragîhandiye pêşerojê û wiha dawî lê anî: “Dayikên Şemiyê li dijî qetilkirin, tundî û binpêkirina mafan bêdeng neman. Têkoşîna xwe meşandin. Em aqûbeta windayên xwe dixwazin. Çi hat serê wan bila em bizanibin. Em dixwazin ji gumanbaran hesab bê pirsîn. Divê dengê dayikan civak bibihîze. Li vê erdnîgariyê çi bû?Em wek mirovên şemiyê aqûbeta xizmên xwe dixwazin. Şert çi dibin bila bibin em ê ji vir şûnde jî li  Qada Galatasarayê bin.”
 
Qediya.