Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan: Dema lîstika qerta Kurdan qedyaye

  • 09:03 24 Gulan 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE-Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê kampanyaya li Ewropayê tê meşandin de axivî û got: “Em gelê xwe, serokatiya xwe nakin qurbanên berjwendiyên siyasî. Dema lîstika qerta Kurdan qedya ye."
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de li her çar alî cîhanê çalakî pêk tên. Li Ewropayê jî di çarçoveya pêngavê de kampanyaya "Hezar jin hezar deng" ji bo CPT name şandin didome. Ligel vê panel, nîqaşên platforman jî didomin.  Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan derbarê pêngavê de û dema nû de nirxandin kir.
 
*Ji 10’ê cotmeha 2023’an de ye pêngav hatiye desptêkirinû tevgera jinên Kurd çalakiyên çawa pêk anîn. Hûn dikarin hinek vebêjin? 
 
Dostên Kurdan ev pêngav dan destpêkirin. Bi pêşengiya jinan tê meşandin. Me semîner, panel û rojên xwendinê pêk anîn. Me bi navê "Azadiya te azadiya me ye" gelek xebat meşandin. Me di asta duyemîn de kampanya "Hezar jin hezar deng" da destpêkirin.Ev kampanya dem dirêj e.  Di rojbûna serokatiyê de me dar çandin û ji bo zarokan ji bo fêmkirina serokatiyê pirtûk hatin nivîsin. Di 19’ê Nîsanê de me tevgera jinên Ewropayê kampanya name şandinê da destpêkirin. Ji bo şikandin atecrîdê me daxwaz kir û 3 pêşniyarên xwe anîn ziman. Di 19’ê mehê de starda nameşandinê hat dayîn. Wê heta 25’ê Gulanê li Almanyayê bidome. Di 27’ê  mehê de jî wê li Belçîkayê bidome. Welat bi welat wê sê mehan kampanya nameyan bê meşandin. Li Almanyayê her roj sê bajar dişînin. Heta niha di  ser 6 hezarî de name hatine komkirin li Almanyayê. Di nameyan de bang li CPT tê kirin ku berpirsyariya xwe bînin cih. Em ê bi rêbazên cuda kampanyaya nameyan bidomînin.
 
*Hûn dikarin hinek behsa girîngiya pêngavê bikin?
 
Abdullah Ocalan 26 sale li Îmrariyê tê tecrîdkirin sê sale tu agahî jê nayê giritn. Mafên girtiyên siyasî yên ji rêzê jî hene. Lê wekê ku Rêberê Gelê Kurd tune hatiye hesibandin û li gorî xwe ji bîr û baweriyan paqij dikin, zextan dikin. Dixwazin gelê Kurd biçewisînin. Bi mezinbûna pêngavê re gel bi hilbijartinên 31’ê Adarê re got êdî bes e. Li dijî pêkanînên dijdemokratîk û dijhiqûqî rabûn ser piyan. Em vê gelek girîng dibînin. Gel nîşan da ku bi riya diyalogê çaresreî pêkane. Tirkiyeyê ji polîtîkayên asîmîlasyonê encam negirtiye. Tirkiye êdî hatiye astekê, divê xwe îqna bike ku ev operasyonên siyasî û leşkerî encamekê nadin.  Bi taybet di doza Kobanê de mafê mirovan û demokrasî hat cezakirin. Em vê biryarê qebûl nakin. Şansê çareseriyê hebû lê mixabin ev bi kar neanîn. Êdî kes van polîtîkayên dijdemokratîk qebûl nakin.
 
*Ji Ewropa û gelek deverên cîhanê ji bo kampanyayê piştgirî hat. Ji bo gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan girînge. Ji bokesên tevli vê pêngavê bûne girîngî çi ye?
 
Em piştgiriya rêxisitnên civakên sivîl, hêza jinê dibînin. Îmzeyan didin. Kes xweser jî îmzeyan didin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan a Rojhilat bû gerdunî. Bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê xebat û kampanya tên meşandin. Li Ewropayê gelek encam û destkeftiyên jinan hene lê heta nokteyê xitimîne. Pergalê li gorî xwe modela jinê afirandiye; jina modern, mêrê alîgir.  Rolên diyarkirî li jinan tên ferzkirin. Di tevgera jinan a cîhanê de rêxistibûnek jinan a ku alternatîfan dixwaze heye. Em bi wan re nîqaş dikin û platforman ava dikin. Hedefa pêş me avakirina Pergala Konferansa Jinan e. Di vî alî de kampanya me pişrgiriyê dibîne.
 
*Xebatên der barê CPT de didomin. CPT'yê di daxuyaniya xwe ya dawî de balkişand ser Konseya Ewropayê û gotibû raye bi wan re ye. Hûn vê daxuyaniyê çawa dinirxînin? 
 
Mekanîzma biryarê di esasê de Konseya Ewropayê ye û CPT saziyek wê ye. Lê ji ber di vir de polîtîkayek berjwendiyê heye  dema mijar dibe Tirkiye her kes bêdeng dimîne. Di 2022’an de dema CPT daxuyanî da têgeha Îmraliyê derbas nebû. Neçûne hevdîtinê û hevdîtin tune ye. Dibêjin "Tirkiye veto dike em tiştekî nabêjin." Ev nayê qebûlkirin. Divê ev sazî hebûna xwe di ber çavan re derbas bike. Em vê qebûl nakin. Tevî vê vetoyê divê CPT serbixwebûna xwe biparêze. Divê Konseya Ewropayê jî vê li ber çavan bigire û berpirsyariya xwe bîne cih.
 
*Herî dawî vê dipirsim, wê gavên we yên nû hebin bi taybet di alî Konseya Ewropayê de hûnê çi bikin?
 
Em ji bo wan hinek tiştan difikirin. Di meha hezîranê de hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê hene. Namzetên nû, parlamenterên nû, berpirsyarî wê derkevin holê. Di parlamentoya Ewropayê de wê endamên Konseya Ewropayê jî hebin. Divê em van endaman nas bikin û têkiliyê pêş bixînin. Divê em daxwazên xwe ji wan re vebêjin.  Em di mijara pêkhatina edelet û demokrasiyê de hevdîtinê bikin. Dema em vê dikin jî divê em vê bi hêzek rêxistinkirî bikin. Em ê xebatên cuda bimeşînin. Çareserî heye lê divê bi rêbaza çareseriyê nêz bibin. Em gelê xwe, serokatiya xwe nakin qurbanên berjwendiyên siyasî. Dema lîstika qerta Kurdan qedya ye.Divê êdî gûh bidin daxwazên gelê Kurd. Ji bo me muxatab diyar e, serokatî ye.