Li Êlih û Edeneyê 12 kes hatin binçavkirin

  • 11:05 15 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlih û Edeneyê polîsan bi ser malan de girt û 12 kesan binçav kir. 30 kesên ku duh li Amed û Dêrsimê hatibûn binçavkirin jî li midûriyeta polîsan tên girtin.  
 
Di salvegera 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî de li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê hatin destpêkirin. Duh li Amed û Dêrsimê û îro jî li Êlih û Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. 
 
Li taxa Hîlal a Êlihê polîsan serê sibehê bi ser malan de girt. Polîsan piştî ku li malan lêgerîn pêk anîn, welatiyên bi navê Hasan Balîcak, Saît Kortûn, Abdûllah Îltaş û Abdûlvahap Tuzun binçav kir. Her çar kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, polîsan wan bir Midûriyeta Polîsan a Êlihê.
 
Li Edeneyê jî polîsan serê sibehê bi ser 10 malan de girt. Polîsan, malên ku bi ser wan de lêgerînê kirin û meteryalên dîjîtal desteser kirin. Piştî lêgerîna li malan, bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medya civakî 8 kesan binçav kir. Kesên ku hatin binçavkirin jî birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. 
 
Her wiha rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xwendekarên zanîngehê jî di nav de 30 kesên ku duh li Amed û Dêrsimê hatibûn binçavkirin jî li midûriyeta polîsan tên girtin.