21’emîn salvegera Kompoloyê: Ji ber ku me di xeta xwe de israr kir em bûn hedef

  • 09:11 15 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku komploya 9’ê Cotmeh û 15’ê Sibatê ji encama ku hatiye plankirin û xwestin dûr e û derbarê komployê de ev nirxandin dikir: “Ev komploya ku hemû xayîn, hevkar û emperyalîst di bin îradeyekê de kom dikir, ji bo vegere aştiya Anatolya û Mezopotamyayê berpirseyarî li pêş hemû gelê me û hêzên berpirs e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin û di ser komployê de 21 sal derbas bû.
Ji wê rojê şûnde li Rojhilata Navîn her tim hevsengî guherîn û nirxandinên Abdullah Ocalan rastî carek din derxistin holê.
 
Abdullah Ocalan di parêznameya xwe di 2003’an de pêşkêşî Dadgeha Cezaya Giran a Atînayê kir de, çima rastî komployê hatibû wiha vegotibû: “Ji ber me di xeta xwe ya azadîxwaz û serbixwe ya ji bo gelan û Rojhilata Navîn de israr kir, em bûn hedefa tasfiye û komployê. Hîna ez li Şamê bûm, Îngîlîstan û DYA’yê sefîr şandin û gotin li gorî polîtîka wan ya Rojhilata Navîn tevbigerin an jî em ê tasfiye bikin. Min pêşniyara wan ya hefkariyê red kir. Min got ez ji xeta azadîxwaz û serbixwe venagerim. Piştre Talabanî hat got ‘Ocalan te çi kir, te serê xwe kir belayê’. Got biryara xwe li ber çavan derbas bike. Lê min ev jî red kir. Ji ber vê jî bi komployê biryara tasfiyeya min dan. Dihat hesabkirin wê bi tasfiyeyê re PKK jî bê serkêş bimîne.”
 
‘Derketina min ya ji Sûriyeyê girêdayê operasyona NATO-Gladîo ye’
 
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya ‘Pirsgirêka Kurd û çareseriya netewa demokratîk: Parastina Kurdên di nav lepê qirkirina çandî de’, diyar dike ku derketina wî ya ji Sûriyeyê girêdayê operasyona NATO-Gladioye û got ger Gladîo û veqetînin di artêşa Tirkiyeyê de baldar neyê girtin û ev operasyon nikare rast bê şîrovekirin.
Gelo ev pêvajo çawa pêş ket, bi nêzîkatiya welatan çawa pêş ket û heta Îmraliyê çawa hat. Ev pêvajo ji 17’ê Îlon a 1998’an bi peymana bi Washîngtonê re dest pê dike. Ev pêvajoya bi pêşengiya DYA’yê pêş ket, peyman bi PDK-YNK’ê û Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Her wiha ev peyman piştî Peyma Lozanê şûnde yekem peymana ku der barê stratejiya Kurdan û guhertina wan de hatiye amadekirinê ye. Bi vê tifaqê re biryara otonomiya Kurd hatiye girtin û bi Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin. Xwestine PKK’ê Tasfiye bikin û Abdullah Ocalan ji derveyê vê bigirin.
 
Tifaqa DYA-Israîl-Tirkiyeyê
 
Piştî tifaqa DYA-Israîl û Tirkiyê ji aliyê van hêzan ve bi awayekî koodînekirî, li Sûriyeyê krîz tê mezinkirin. Bi vê tifaqê re li ser PKK û Abdullah Ocalan îstîxbarat tê xurtkirin û bi kontrola Israîlê re şopandina Abdullah Ocalan tê xurtkirin û karê Tirkiyeyê dihat hêsankirin. Sûriye bi çavkaniyên avên wê tên tehdîdkirin. Tê gotin ku bi şerta ku Abdullah Ocalan ji welat bê derxistin wê pirsgirêk bê çareserkirin. Hewldanên Tirkiyeyê di bin organîzeya NATO’yê de didomin û DYA jî di vê mijarê de faliyetên dîplomatîk dide destpêkirin. 
 
Di 9’ê cotmehê de ji Sûriyeyê hat derxistin
 
Bi hevkariya Misir û Suudî Erebîstanê bi riya bikaranîna têkiliyên bi Tirkiyeyê re zext li Sûriyeyê hat kirin. Bi taybet Misir bû hevkarê Rojava û tehdîdek giran ava kir. Erebîstanê jî netewperestiya xwe wek faktor bikaranîn û Sûriyeyê xwestiye Abdullah Ocalan ji welatê wan derkeve û di 9’ê cotmeha 1998’an de hat ferzkirin ku Sûriyeyê derkeve.
 
Abdullah Ocalan li ser vexwendiya Yewnanîstanê diçe Yewnanîstanê. Wê demê Yewnanîstanê Kurdên li wir diparast. Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de diçe Yewnanîstanê. Yewnanîstan ya endamê YE’ê bû û bi DYA’yê re di têkiliyên xurt de bû, di demên dawî de ji bo berjewendiyên xwe ket nav hewldanan. Piştî Yewnanîstanê jî Rûsya berê xwe dide Abdullah Ocalan.
 
Abdullah Ocalan der barê Rûsyayê de wiha digot: “Têkiliyên IMF, DYA, Israîl û Tirkiyeyê nîşan dide ku helwesta wan ya li hember min wê çawa be. Lê DUMA ji bo min li dijî 298’an bi yek dengî biryara nasandina îltîcayê derxistibû. Lê di alî dewleta despotîk de wateya vê tunebû. Dixwestin bi zor min ji ser Tirkiyeyê bişînin Kibris. Îhtîmalek mezin bi vê hevkariyê dixwestin hîna di wan rojan de min radest bikin.”
 
Rûsya rewşa Abdullah Ocalan, ji bo ku ji krîz aborî xilas bibe dike mijara bazarê. Li ser vê bazarê jî Abdullah Ocalan dersînor dike. IMF 8 mîlyar dolar kredî dide Rûsyayê. Parlamentoya Rûsyayê bi yekdengiya DUMA biryar derxist û tevî Abdullah Ocalan vexwendî jî kir, li ser helwesta neyînî ya hikûmeta Rûsyayê di 12’ê Mijdara 1998’an de diçe Romayê.
 
Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de li Romayê 65 rojan dimîne. Piştre diçe Îtalyayê û Kurd ji her derê cîhanê diçin Romayê û li dora Ocalan dibin xelek.
Abdullah Ocalan diyar dike ku Îtalyayê ew wek di qefesê de pêşwazî kiriye û got: “Ewl tengezar kirin û piştre nêzîkatiyek dostane nîşandan. Ev meşand. Lê Rûsyayê em bi kulîlkan pêşwazî kiribûn. Ji Rûsyayê heta Tacîkîstanê ewlehiya jiyana min ji destê min girtibûn. Piştî vê pêvajoya zehmet em neçarî vegeriyan Yewnanîstanê.”
 
Dibin Kenyayê
 
Abdullah Ocalan piştî Romayê diçe Moskovê. Ji vir jî diçe paytexta Bîşkek a Takîkistanê. Li vir dixwazin Ocalan bibin Romayê û lê Abdullah Ocalan qebûl nake û balafir li ser vê diçe Atînayê. Li Atînayê tê gotin ku divê Abdullah Ocalan derkeve derveyê sînor û biçe Naîrobî ya Kenyayê. Li ser vê cara duyemîn komplo rûyê xwe dide der.
 
Ji bo Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê bê kirin, Kenya bi taybet hat tercîhkirin. Kenya di bin kontrola CIA û MOSSAD de bû. Ji bo komployê wateyeke cuda ya vir hebû. Abdullah Ocalan dema ji seferatxaneya Yewnan a Kenyayê veqetiya, refekatên ligel wî li wesayîtekî, Abdullah Ocalan jî li wesayitek din hat kirin û berbi balafirgehê ve çûn. Di rê de her du wesayît ji hev vediqetin. Abdullah Ocalan bi tena serê wî tînin balafirgehê. Li Balafirgehê balafirek aydê Cavît Çaglar hebû. Rayedarên Kenyayê Abdullah Ocalan teslîmê tîmên taybet yên Tirk dikin. Di 16’ê Sibatê de jî şandin girtîgeha Îmraliyê.