'Bi têkoşîna xwe em ê komployê vala derxînin'

  • 09:02 15 Sibat 2020
  • Rojane
Dilocan Bozî
 
KOBANÊ - Bi boneya 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Kobanê yên ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne, li dijî komployê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Di şexsê Rêber Apo de dijminan xwestin Gelê Kurd bê îrade û nasname bihêlin. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Rojhilata Navîn e. Ew ê dijmin negihêjin armanca xwe."
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê pêngava komploya navneteweyî dest pê kir. Hêzên komploger Emerîka, Îsraîl, Rûsya, NATO û bi serkêşiya Tirkiyeyê komplo, pêk hat. Di encama komployê de, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hat girtin û radestî dewleta tirk, hat kirin. Dewleta tirk tecrîdeke ku hemû zagon û pîvanên navneteweyî binpê dike, dide meşandin. Li beramberî vê yekê jî hemû rêxistinên cîhanî yên mafên mirovan bê deng in.  
 
Bi boneya 21'emîn salvegera komploya navneteweyî, Endama Komîteya Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman û Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Herêma Firatê Raperîn Nurhaq,  komplo nirxandin û bîranînên xwe yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji ajansa me re anîn ziman.
 
'Bi komployê re xwestin civaka me bê îrade û nasname bikin'
 
Raperînê di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî nirxand  û wiha got: "Roja 15'ê Sibatê ji bo me, rojeke xemgîn e. Ev komploya ku tê meşandin ne tenê li dijî Rêber Apo ye, li dijî tevahî gelan e. Dewletan hebûna Rêber Apo û Gelê Kurd ji bo xwe di milê aborî, siyasî û civakî de xeterî dîtin. Ji ber vê komploya navneteweyî, dan meşandin. Xwesteka wan ew bû ku Kurdan li gor berjewendiyên xwe  tev bigerînin, lê Rêber Apo li hember wan hişiyarbûnek di nava civakê de çêkir. Rêber Apo zindîbûnek di nava gel de ava kir. Mafê wan di aliyê jiyanî û zagonî de parast. Li kêleka  wê jî dijmin her tim dixwest Gelê Kurd bê îrade û nasneme bihêle. Di şexsê Rêber Apo de Rojhilata Navîn ketiye xeteriyê Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ev xebat dida meşandin, têkoşîn û berxwedana wî ji bo mirovahiyê bû."
 
'Rêber Apo hişt ku civak li koka xwe veger e'
 
Raperînê di berdewamiya axaftina xwe de behsa kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha dewam kir: "Rêber Apo perwerde girîng didît û esas girt. Bi rêya perwerdeyê hişt îradeya gelan xurt bibe. Guhertinên weke fedekarî, cesaret û zanebûnê bi saya fikir û felsefeya rêber Apo pêş ket. Rêber Apo hişt civak li koka xwe vegere û ji çand û zimanê xwe hez bike Ji ber dîrok di hundirê dîrokê de veşartî bû. Eger îro jin cihê xwe di saziyan de digirin û bi cesaret kar didin meşandin, ev bandora xwe ji fikir û îdeolojiya Rêber Apo digire. Ji bo xurtkirina yekîtî û îradeya gelan Rêber Apo projeya netewa demokratîk amade kir."
 
'Bîranînên me bi Rêber Apo re dihêle ku têkoşîna me xurtir bibe'
 
Raperînê bîranînên xwe yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re anîn ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Lubnanê dema ku ez ji bo perwerdeyê derbasî Akademiyê bûm, cara yekem min Rêber Apo dît. Di milê civaknasî û displînê de ez di bin bandora Rêber Apo de bûm. Rêber Apo ji guhertinê re vekirî bû. Tiştê herî zêde di kesayeta Rêber Apode bala min kişand, li hemberî hişmendiya mêrê serdest têkoşîn dike."
 
'Armanca komployê bişaftina Gelê Kurd e'
 
Endama Komîteya Lêkolînên Jineolojîyê ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman komploya navneteweyî nirxand û wiha got: "Derbasbûna Rêber Apo ya ji bo Rojavayê Kurdistanê, bi armanca şoreşa Rojhilata Navîn bû. Dema ku em dîroka Kurd û Kurdistanê dixwînin di 29'ê Hezîrana 1925'an de darvekirina Şêx Seyîd bû. Di vê dîrokê de komplo li ser îradeya Gelê Kurd û mirovahiyê dest pê kiriye. Armanca komployê tunekirina çand, ziman û hebûna Gelê Kurd e. Rêber Apo xwedî kesayeteke bi disîplîn û vekirî ye. Di aliyekî teng de nedima. Ji zarokan bigire heta pîr û kalan her tim dixwest civakê perwerde bike, bide guhertin heta ku bibin xwedî kesayetek baş."
 
'Rêber Apo zindîbûn di nava civakê de ava kir'
 
Dîrokê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan hostayê azadiya mirova ne û wiha domand: " Rêbertî rexne û rexendayîn esas digirt. Mirov nikare bi hêsanî civakê bide guhertin, lê Rêber Apo têkoşîna vê yekê dikir. Li hemberî kevneşopiya civakê têkoşîn û berxwedan dida meşandin. Bi bangewaziya Rêber Apo civak li ser lingan bû. Ev yek jî bandora xwe ji fikir û felsefeya rêber Apo digire. Heta ku em pirojeya Netewa Demokaratîk bi ser bixin em ê têkoşînê li ser esasên fikrên Rêber Apo bikin."
 
'Bi rêya xwendin û perwerdeya li ser fikrê Rêber Apo em ê bi ser kevin' 
 
Dîrokê bal kişan ser kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Apo kesayeteke ku her kêlî xwe vedugherîne. Bi xwe re guherînên mezin dide avakirin. Heta roja me ya îro jî Rêber Apo di bin zext û tecrîda girankirî de ye. Gelek pirtûk, nivîsand û hewildanên wî ji bo çareser kirina aloziya Rojhilata Navîn hene. Bîranînên min bi Rêber Apo re hene. Dema em li gel Rêber Apo bûn baweriya me zêdetir dibû. Ji gotina heval Serok re gelekî kêfa wî dihat. Rêber Apo di nasîna civakê de pir bi hêz bû. Bi taybet dema zanista jin û jiyanê (Jineolojî) da avakirin, mirov dikare bêje lêhurbûna wê demê û heta roja me ya îro ev piroje hat pêşxistin."