Berfê li Şengalê jiyana di konan de zahmet kir

  • 17:03 14 Sibat 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Ji çiyayên şengalê Serdeştê ku ji dema farmana 2014'an heta roja îro malovaniyê ji şêniyên şengalê re dike bi berfê xemilî.
 
Şêniyên Şengalê ku di dema fermana 2014'an de xwe spartibûn çiyayê Şengalê Serderdeştê, ji wê rojê hata  îro jiyana xwe li çiyayê Serdeştê li gel şert û mercên xirab û zehmetiyên demsala zivistanê didomînin. Li Ruxmî ku di demsala zivstianê de di konan da dijîn bi her awayî li ser axa xwe ya pîroz dijîn û dev ji axa xwe bernadin.
 
Bi barîna berfa zêde re rêyên çiyayên Şengalê hatin girtin û têkilî bi şêniyên di konan de dijîn re qut bû. Şaredariyê Şengalê bi derfetên kêm ên di destên xwe de hewl dide ku rê vek û şêniyên di konan de tenê neyên hiştin.